Peymana li Şamê hatiye îmzekirin li gorî nameya Ocalan e
Berdevkê Têkiliyên Karên Derve yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim li ser rêkeftina di navbera HSDê û Serokê Veguhêz a Sûriyeyê de, ku duh 10ê Adarê li Şamê pêk hat, diyar kir ku ew ne li derveyî gotinên nameya Abdullah Ocalan de ne.
Salih Muslim da zanîn, nameya Ocalan ji Rêveberiya Xweser re hat. Di wê nameye de tiştê hatiye diyarkirin, ew di rêyek rast de ne. Ew ê bibin parçeyek ji Sûriyeyê û got: “Em ne li derveyî gotinên di wê nameyê de ne. Bi kurtî em di xalên ku Rêbertî diyar kirine de diçin. Helbet bi şertê parastina azadî û mafên xwe, em ê cihê xwe di nava vê dewletê de bigirin. Ji xwe ji destpêkê ve me ev yek anî ziman û li gorî wê em tevgeriyan.”
Muslim dibêje: “Em parçeyek ji Sûriyeyê ne û em dixwazin bi hev re bijîn. Em dixwazin azadiya xwe biparêzin. Ev hemû jî di peymana ku hatiye îmzekirin de, heye.”
Serokatiya Sûriyeyê duh 10ê Adara 2025an belav kir, Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî rêkeftinek ji 8 xalan pêk tê îmze kirin. Tê de tekezî li ser yekperçeyîya xaka Sûriyeyê, tevlîbûna hêzên HSDê di nava saziyên dewletê de û agirbestê hat kirin.