Erdogan pêşwaziya rêkeftina navbera Şara û Ebdî de dike
Serokomarê Tirkiye û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan, têkildarî peymana ku di navbera Serokomarê demkî yê Sûriya li ser hatibû îmzekirin, de daxuyanî da. Erdogan diyar kir ku ew hemû hewlên ji bo paqijkirina Sûriyeyê ji terorê wek gaveke rast dibînin û wiha got, “Pêkanîna peymana ku hatî kirin wê xizmetê ji ewlehî û aştiya Sûriyeyê re bike. Serketiyên vê jî wê hemû birayên me yên Sûriyeyê bin.”
Erdogan daxûyaniya xwe de dibêje:
Em girîngiyeke mezin didin parastina yekparçeyiya xakê, pêkhateya yekgirtî û xurtkirina yekîtî û hevgirtina cîranê xwe Sûriyê. Me ji roja yekem ve hertim ev yek parastiye, û em her hewlekê ji bo paqijkirina Sûriyê ji terorê wek pêngavek di rêya rast de dibînin. Cîbicîkirina hemû rêkeftinên ku hatine kirin dê xizmeta ewlehî û aramiya Sûriyê bike. Serkeftiyên vê yekê wê hemû birayên me yên Sûriyê bin. Heya ku em biratiya xwe bi rûmet bikin em dikarin lîstikan têk bibin û pêşeroja xwe ewle bikin. Xwedê me di şerê navbera birayan de biparêze.”