Cîhan
YE pêşwazîya peymana navbera Şara û Ebdî de dike
Yekîtiya Ewropayê piştgiriya xwe ya ji bo peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer eşkere kir û got, “Ji bo aramiyê rê xweş dike.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer 10ê Adarê peymanek îmze kir.
Yekîtiya Ewropayê bi daxuyaniyekê piştgirî da vê peymanê û got, “Ji bo zêdebûna aramiyê û paşerojeke çêtir ji bo Sûriyeyiyan rê xweş dike.”
Li gorî daxuyaniyê, Yekîtiya Ewropayê aliyên pêwendîdar teşwîq dike ku li ser bicihanîn û piştgirîdayîna peymanê bixebitin.