Firokexaneyên Kurdistanê sembola neteweyî ne, bê sum`et neken

Piştî li başûrê Kurdistanê delîveyeka dîrokî ketiye destê kurdan, her di destpêkê de hikûmeta Kurdistanê û bi taybet jî rêzdar Nêçîrvan Barzanî bizav kir ku hindek binemayên neteweyî û dewletbûnê li vê parça welatê me bihêne avakirin. Yek ji van binema jî ku îro sîmayekê pêşkeftin û werarbûna Kurdistanê ye û her kurdek jî şanazyê pê dike firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê ne, yên ku bûyne dergehekê girîngê Kurdistanê ber bi cîhanê ve. Berî hîngê dijmina hemû rê li ber me girtibûn û dixwastin me di welatê meda bi fetsînin.

Me hemûyan bi çavên xwe dît ku bi sedan kurd dema bo cara yekê li van firokexanan peya dibûn rondikên xweşiyê dibarandin û silav û sipasî li ser giyanê wan xebatkeran, yên ku ev roje bo me afirandin, dibarandin . Ez bixwe jî cara yekê ku li firokexana Hewlêrê peya bûm neşiyam xwe kontirol bikem û ji şadiyê ji dil giriyam. Lê sed heyif û mixabin ev genideliya ku li welatê me heta ser hestî çûyî vayirosê xwe yê genî xiste di nav dilê vî cihê pîroz jî de û ew jî herimand. Eger genidel û mafiya destê xwe yê qirêj xistba kîjan derê bila kirba, lê tenê firokexanên me wek du sembolên me yên nîştmanî û neteweyî diviya hatibane parastin ji vî vayirosê pîs. Merema min ji vê ne rêveberî û karmendên wane, lê merem jê kompaniya (şirikat alteyeran) yên ku geştên firînê çê dikin û pilêtên van geştan difiroşine rêvingan ye.

Her ji demê vebûna van firokexanên Kurdistanê û ta ku roja îro jî berdewam kompaniyayên geştê (şirikat alteyeran) yên ku geştên firînê ji Ewropa bo firokexanên Kurdistanê çê dikin, têne vekirin û pilêta difiroşine rêvingan û bi milyonan dolaran ji xelkê kurd diçeqînin û piştî çendekê îflasa xwe radigehînin û bi milyonên dolaran parê xelkê dixine berîkên xwe, xwe winda dikin û rêvingên kurd jî dikevne kolanan bê pilêt, bê pare û kar û qutabxane û dewamên wan jî ji dest diçin, ku ji bilî parê pilêta bi milyonan dolaran di wêderê jî de ziyan bi xelkî dikeve.

Ji vekirina van firokexanan ta ku niha nêzîkî 7 -8 kompaniya bi vî awayê me diyar kirî xelik xapandine û parê wan xwariye, îflasa xwe ragehandiye û ta ku wê radê ku hindek ji wan demê parê geşta yekê werdgirin îflasa xwe radigehînin bê ku geştekê bi tenê jî bikin. Wesa diyare ev curê xapandinê bûye pîşeyekê beriniyas ji bo bazirganên genidel û mafiya û wan firokexanên Kurdistanê wek pirekê lêkirine ji bo ku bi rêya wan xelkê bixapînin.

Di ser hindê ra ku ziyana herî mezin bi rêvingên kurd dikeve, lê dîsan ji encamê van kiriyarên mafiyayî ziyaneka gelek mezin digehe nav û sume’ata Kurdistanê û firokexanên wê jî. Çunkî hem xelkê kurd û hem jî turîstên ku ji derive dihêne Kurdistanê wan gelek pê xweştirbû pareyekê zêdetir bidine pilêtan daku yekser li Hewlêr û Silêmaniyê peya bibin li şûna ku bi rêka welatekê cîran bihêne nav Kurdistanê û ez dikarim bêjim van salên dumahiyê 90% ji rêvingên Kurdistanê bi rêka yekser ji Ewropa bo Kurdistanê difirîn, lê piştî van kompaniyayên fêlbaz bi hezaran xelkê kurd xapandin, êdî xelkî bawerî bi wan kompaniya nemaye yên ku yekser dihêne Kurdistanê û ev çende jî ji herdû aliyên madî û menewî ve karîgeriyeka gelek xirab li Kurdistanê dike.

Bi dîtina min pîdiviye hikûmeta Kurdistanê zîdetir bêdeng nebe li ser van kiriyarên mafiyayî yên van bazirganên genidel li dijî xelkî Kurdistanê û nav û navûdengê Kurdistanê. Eve erikê hikûmetê ye hem xelkê xwe ji van kiriyaran biparêze û hem jî nav û sume’ata firokexanên Kurdistanê, ku eve jî bi dû pênagavan dibe:

Yek: Hikûmet van kes û kompaniyan bixe bin givaştinê û mafê xelkî ji wan bistine û eger pêdivî bû ji bo vî karî hemahengiyê li gel wan welatan bike yên ev kompaniye lê hatine vekirin (eger li welatekî dî hatibine vekirin).

 Du: Hikûmet rê nede her kes û her kompaniyayê ku bi navê geştên Kurdistanê pilêta bifiroşne xelkî û bi tenê rê bidete wan kompaniyayên bawerpêkirî û eger kompaniyayek ya bawerpêkirî nebe hikûmet pareyekî wek garantî jê wergire da ku di rewşên wesa de xelkê ziyan vê keftî bi wî parey bihêne qerebûkirin.

Li dumahiyê hîvîdarim ji hikûmeta Kurdistanê ku çareyekî ji bo vê diziyê bibîne û nehêle zêdetir xelkî Kurdistanê bibine nêçîr û pariyê devê diz û mafiyayê û firokexanên me jî wek sembolên me yên nîştmanî û neteweyî ji vê kirêtkirinê bihêne parastin de ku nav û şanaziya xwe bizivirîne ve û ne bine metod û pir ji bo meremên genî ên diz û mafiyayan

Nerîna min :