Beşikçî:Divê kurd piştgiriyeke erênî bidin referandûmê
Em ji pirsa herî rojevî dest pê bikin. Di pêşîvekirin demokratîk de kîjan gav hebûn, pêşîviekirin hate kîjan radeyê?
Salek berê bi navê pêşîvekirina kurd dest pê kir. Ev dihate wê maneyê û dewletê dixwest wiha bêje: “Me heta îro li hemberî kurdan polîtîkayên zir-demokratîk meşandin. Lê em ji vir û şûnde dev ji van polîtîkayan berdidin.” Lê piştî demeke kin ev yek weke pêşîvekirina demokratîk û piştre jî weke projeya yekîtiya neteweyî hate binavkirin. Ev jî tê wê maneyê ku pêşîvekirin êdî dikule. Êdî pêdiviya sereke ewlekarî ye. Çima wisa bû? Hikûmet ji aliyê derdorên bandorker ên mîna artêş, daraz û zanîngehan ve hate rexnekirin. Hikûmet nekarî li hemberî van rexneyan li ber xwe bide, paşve gav avêt.
Gelo ev pêşîvekirin li ser tasfiyeya PKK’ê hate sazkirin?
Daxwaza tasfiyekirina PKK’ê hem ne rast e û hem jî ne mimkûn e. Lê tê fêmkirin ku pêşîvekirin li gorî feraseteke wiha hatiye plankirin. Feraseta “Em hin gavên demokratîk bavêjin, bi vî awayî PKK’ê qels bikin û piştre tasfiye bikin…” heye. Ev feraseteke pir şaş e. Muheqeq divê hinceteke lîberal, demokratîk a pêşîvekirinê hebe. Pêşîvekirin bi feraseta “em ewlekariyê pêk bînin, xurt bikin” çênabe. Ev jixwe her tim tê kirin.
Ku pevçûn gurtir bibin, makeqanûneke nû jî tê de, hikûmet dê gavên pêwîst bavêje? Pevçûn ji bo kurdan dê çi bibe û çi bîne?
Bi ya min pêşîvekirin carek dest pê kiriye û êdî ne mimkûn e ku gav paşve bê avêtin. Pêşîvekirin bi awayekî dê bidome. Zêdebûna pevçûnan ji bo kurdan baş nîn e.
Hûn nîqaşên muxatabiyê çawa dinirxînin? Gelo çareseriyeke bê Ocalan û bê PKK mimkûn e?
Bawer im ji bo hikûmetê mijara herî girîng ev e. Bê PKK çareserî nabe. Pirsgirêka kurd, ji ber qespkirina mafên esasî û demokratîk ên gelê kurd derketiye holê. Hikûmet bi îradeya xwe, bi avêtina gavên demokratîk, dikare ji van polîtîkayan gav paşde bavêje. TV 6 (TRT 6) di vê mijarê de gaveke girîng e. Lê li aliyekî din jî pirsgirêka PKK’ê heye. Hikûmet vê pirsgirêkê dikare bi hevdîtinên bi Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û bi PKK’ê re çareser bike. Ev hevdîtin helbet dê hevdîtineke pirsa hal û hewalê hev nebe. Pêwîst e di vê hevdîtinê de muzakere hebin.
Di pêvajoya pêşîvekirinê de hin guhertinên qanûnî hatin Parlamentoya Tirkiyeyê. Mebesta min pakêta referandûmê ye. Hûn nêzikahiya BDP’ê ya di vî warî de çawa dinirxînin?
Ez helwesta BDP’ê ya di vî warî de neyînî dibînim. Diviya BDP piştgirî bida pakêtê. BDP makeqanûneke bêhempa dixwaze. Em parlamentoya îro bînin ber çavê xwe. Hûn ê vê makeqanûna bêhempa bi kî re çêbikin? CHP û MHP li dijî guhertinên esasî ne. Hûn vê mijarê nikarin bi wan re biaxivin jî. Hûn vê mijarê encax dikarin bi AKP’ê re yan jî bi Partiya Saadetê re biaxivin. Ji bo kurdan di makeqanûnê de guhertinên esasî divê. Di guhertina pakêta makeqanûnê de, di sê xalan de guherînên esasî hebûn. Yek ji van zehmetkirina girtina partiyên siyasî bû. Ji ber ku rayên pêwîst nekarî bigre, ev xal ji pakêtê ket.
BDP’ê aşkera kir ku ew ê piştgirî nede referandûmê. Ev helwest ji bo kurdan zirar e yan kar e? Divê kurd di referandûmê de helwesteke çawa nîşan bidin?
Divê kurd piştgiriyeke erênî bidin referandûmê. Ku kurd li dijî referandûmê ray bidin, dê kurd di vir de wenda bikin.
Tim tê gotin ku “kurd çi dixwazin” ne diyar e. Bi rastî jî kurd nizanin çi dixwazin? Li gorî we divê kurd çi bixwazin?
Kurd dizanin çi dixwazin. Lê dewlet, rewşenbîrên tirk, rêxistinên sivîl û hwd naxwazin van daxwazin bibînin û van daxwazan ji nedîtî ve tên.
Hûn di nivîsên xwe de tim dixwazin kurd bibin xwedî statûyek. Qesta we ya statûyê dewleteke serbixwe ye?
Avakirina dewleteke serbixwe ji bo kurdan mafê herî xwezayî ye. Federasyon û otonomî jî ji bo kurdan dikare bibe statûyek.
Tê gotin ku “xwîn ketiye nava kurd û tirkan, êdî ne mimkûn e bi hev re bijîn”. Hûn jî wisa difikirin? Ji bo jiyaneke hevpar çi pêwîst e?
Li gorî baweriya min federasyon ji bo vê yekê şert û şirûteke girîng e.
Hûn ji bo Bakurê Kurdistanê bi awayeke berbiçav çi pêşniyar dikin?
Federasyon.
Li gorî we kurd xwedî zanebûneke neteweyî ne yan na?
Belê kurd xwedî zanebûneke neteweyî ne. Di 1920’an de kurd û Kurdistan hatin parçekirin. Kurd di vê mijarê de, di mijara ku belayeke çawa anîn serê kurdan de, xwedî zanebûneke baş û saxlem nîn in.
Hûn bawer dikin ku têkiliyên di navbera Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de baş dibin? Li gorî we divê ev têkilî çawa bêne nirxandin?
Pêşvbirina têkiliyên aborî û bazirganî û avakirina têkiliyên dîplomatîk ji bo Rêveberiya Herêma Kurdistanê jî, ji bo Tirkiyeyê jî baş e. Bi ya min ev têkilî dê bidomin.
Îsmaîl Beşîkçî Kî Ye?
Beşîkçî ku Lîseya Çorumê xwend, di 1962’an de Fakûlteya Zanyariyên Ramyarî ya Zanîngeha Enqereyê qedand. Di navbera salên 1965-1971’an de li Erziromê, li Zanîngeha Ataturk asîstanî kir. Di 12’ê adara 1971’an de, bi hinceta ku propagandaya Marksîst kiriye, di dadgehên awarte yên wê demê de hate darizandin û ji zanîngehê hate avêtin. Bi efûya 1974’an, ji girtîgehê derket û piştre ji ber nêrînên xwe yên derbarê pirsirêka kurd de hate darizandin. Beşîkçî ku bi nêrîn û lêkolînên xwe yên li ser pirsgirêka kurd li cîhanê tê naskirin, ji ber van nêrînên xwe 8 caran kete girtîgehê û derket. Bi tevahî 17 sal di girtîgehan de ma. Di hemû dozên Beşîkçî de, jê re bi tevahî 100 sal ceza dixwestin. Lê di 1999’an de bi sererastkirineke di qanûnan de serbest hate berdan. Ji 36 pirtûkên Beşîkçî 32 pirtûk li Tirkiyeyê hatin qedexekirin.
Dilar Sewledar / Warvin