Civak

General têk diçin

Fermandarê Cendirma orgeneral Atilla Işik, berendamê fermandarê hêzên erdî yên hêzên çekdar bû. Lê Îro di civîna konseya leşkerî ya bilind de xwest ku taqewît bibe û dev ji kar berdê. Li ser vê yekê rewş tevlîhev bû. Niha nizanin kî bikin fermandarê hêzên erdî.

Orgeneral  Işik Koçaner dê werê şûna Ilker Başbug, lê heta niha ji bo wî jî biryar nehatiye dayîn. Işik Koşaner  piştî nîrvo di cih de, pê ku bernameyek hebe serdana qesra serokkomariyê kir û kasî 40 deqîqeyî li gel serokkomar Abdullah Gul re hevdîtinek pêkanî û piştî hevdîtinê cardin vegera civîna konseya leşkerî û hêjî civîn berdewam e.

Piştî helwesta serokwezîr Erdogan dijê hinek generalan, general bi xwe şaş bûn û ne hêviya helwestek bi vî awayî bûn. Lê dixweyê ev bûyer  dibe destpêka hinek tiştên din yên erênî.

 

Back to top button