Polîtîk

Gelo PKK ji dev çeka berdide?

Nivîskar û rojnemevanê rojnema Taraf, Yildiray Ogur ji berî niha di nûçeyak ya xwe de behsa  Xwaringehek di bin pirê de kirîbû. Ogur di nivîsa xwe de digot ku, berpirsên PKK-ê yên bilind û berpirsên hukumetê bi hevra li xwaringeha di bin pirê de hevdîtinek pêkanîne û di hinek pirsan de li hev kirine.

Yildiray Ogur cardin bi nivîsek ya xwe de behsa bûyerekî dike ku dê ev nivîsa wî rojeva Tirkiye bi temamî biguherê û gelek guhertinên bingehîn dikare di civatê de pêkbîne. Ogur di nivîsa xwe de dibêje: “ Min doh rêya xwe li xwaringeha li bin pirê xist, mizgîniyek mezin min stand. PKK dikare 15-ê Tebaxê ji dest çekan berdê. “  Di berdewambûna nivîsa xwe de Yildiray Ogur  dibêje: “  Cara yekeme ku Ocalan bi awayek vekirî li gel malbata xwe hevdibîne dike. Ev yek îşareta agirbestekiye di prosesa referandumê de. Ji Xwaringehê mesaja dawî: Bila PKK ji dev  çeka berdê.“

Yildiray Ogur behsa Xwaringehê dike û dibêje ku,  ew kesên di vê xwaringehê de li ser çareseriya pirsa kurd di nav hewldanekî de ne dibêjin :  “ Dema hinek kesên PKK-ê li Xaburê re derbas bûn bi hezaran kesên kurd pêşwaziya wan kirîn ispatkirin ku kurd kamil bûne. Daxwaziyên PKK-ê îro ji aliyên milyona insan ve tên gotin. Kurd bûn 18 salî. 400 dezgehên sivîl vê dibînin û dêbêjin em muxatabê vî îşîne. Divê PKK vê yekê bibînê û bi rêya sivila xebata xwe bike. Ji îro pêdê tekoşîna çekdarî zererê dide pirsa kurd û dibe malzemeyek ku dezgehên tarî di nav dewletê de faydê jê dibînin.“

Rojnemevan Yildirat Ogur vê gotina ku hatî gotin  li gora xwe bi vî awayî dinirxîne:  “ Eger PKK gavek bi vî awayî bevêje, wê dewlet jî wek ji berî niha li Xabûrê gav avêtî, gavên erênî ber bi PKK-ê ve bavêje. Ev peyam gihatiye xwaringeha di bin pirê de. Ev dîtininên tên gotin ji bo heyina demanê, gelek vekirî û hesanî tên gotin.

Rojevakurd

 

Back to top button