Cîhan

Fidan: Em amadekariya hinartina petrola Kurdistanê dikin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, ew xwe amade dikin ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê ve destpê bikin. “Nûçeyên baş hene û em li benda geşedanên baş in.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, Komîteya Budce û Plansaziyê ya Parlamentoya Tirkiyê got: “Nûçeyên baş hene.” Xwedê hesbike, xeta boriyê tê vekirin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji 25ê Adara 2023ê ve, piştî biryara desteya hakemê ya Parîsê li ser gilîkirina Iraqê li dijî Tirkiyê, hinartina petrolê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyê rawestandiye.

Beriya rawestandina hinartina petrolê, rojane 450 hezar bermîl petrol bi rêya boriya Iraq-Tirkiyê dihat şandin.

Fîdan got: “Pêwendiyên me gelek baş in, em hewl didin pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê çareser bikin.” “Em li rojhilat û başûrê welatê xwe yekane parêzvanên kurdan in û em nikarin wê biguherînin.”

Herwiha behsa pirojeya geşepêdana rêyan kir, ku ji bendera Fawê ya Besrayê dest pê dike û di rêya Herêma Kurdistanê re derbasî Tirkiyê dibe. Fîdan wiha got: “Tirkiye girîngiyê dide vê projeyê. Bi saya vê projeyê cara ewil mijareke erênî derket pêş.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê got, ew bijardeyên xwe li ser ti aliyan li ser deriyê sînorî ku rêya geşepêdanê tê re derbas dibe, ferz nakin; Divê Hewlêr û Bexda li ser vê mijarê bicivin û biryarê bidin.

Back to top button