Polîtîk

Ji bo eşkerekirina cihê mezara Şêx Seîd ji HUDA PARê gavek girîng

Parlementerê Dîlokê yî HUDA PARê Şahzade Demîr, der barê eşkerekirina cihê definkirina Şêx Seîd de daxwaznameyekpêşkêşî parlementoyê kir. Di tezkereya ku 5 pirsên der barê Şêx Seîd de cih digirt de, daxwaz hat kirin ku pirs ji aliyê cîgirê ji  Serokomar Cevdet Yilmaz ve bene bersivdan.

.

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê û parlementerê Dîlokê Şahzade Demîr di derbarê eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd de pirsa parlementeriyê pêşkêşî Serokatiya Meclisê kir û xwest Cîgirê Serokomar Cevdet Yilmaz bibersivîne.

Ev pirs ji Parlementoyê hate kirin:

1. Ji bo naskirina gorên Şêx Seîd û hevalên wî û eşkerekirina wan ji raya giştî re xebatek tê kirin? Ger hebe, ev lêkolîn di kîjan qonaxê de ne?

2. Belgeyên di arşîvên dewletê û saziyên pêwendîdar de wê kengê bi raya giştî re bên parvekirin?

3. Sedemên veşartina gorên Şêx Seîd û hevalên wî çi ne?

4. Xebatek heye ku raya giştî li ser Şêx Seîd û Serhildana wî rast agahdar bike? Di vî warî de polîtîkayeke çawa ya agahî û zelaliyê tê şopandin?

5. Gelo tê dîtin ku navê Şêx Seîd û hevalên wî ji bo parastina îtibara wan, ji bo nehiştina tawanbarkirina wan bi xiyanetê û nehiştina parastina kiryarên derqanûnî yên berê yên dewletê, bidin hin saziyên fermî?

Back to top button