Civak

Wezîrê Navxwe li Hewlêrê pêşwazî li Ahmed Davutoglu kir

Bi armanca beşdarîkirina li pêncemîn forma Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn MEPS2024ê ya li Zanîngeha Amerîkî – Kurdistan li bajarê Duhokê Ahmed Davutoglu geheşt Hewlêrê û biryare sibe derbasî Duhokê bibe.

Parêzgarê Hewlêrê ragehand: ‘’Wezîrê Navxwe Rêber Ehme û Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û li gel Konsulê giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê Erman Topçu li balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê pêşwazî li siyasetmedar û Serokê Partiya Pêşerojê û Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu û şandeya li gel kirine, ku pêkhatibû ji hejmarek parlamenterên Tirkiyê.’’

Herwaha hat ragehandin, hatina Ahmed Davudoglu û şandeya li gel bi armanca beşdarbûna li pêncemîn forma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn MEPS2024ê ya li zanîngeha Amerîkî – Kurdistan a li bajarê Duhokê ye.

Back to top button