Cîhan

Tevgera nukleerî ya ji Îranê: Santrifujên pêşketî têne çalak kirin

Piştî Rûsyayê, Îranê jî qerta xwe ya nukleerî lîst. Li ser biryara IAEA, Îranê ragihand ku wan santrîfujên nifşê nû yên ku dikarin uranyumê zûtir pêşve bibin çalak kirine.

Dema ku doktrîna “bersiva nukleerî” ya Serokê Rûsyayê Pûtîn rojeva cîhanê hejand, gaveke din ji Îranê hat.

Li hember biryara ku ji aliyê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) ve hatibû girtin, rêveberiya Îranê ragihand ku wan santrîfujên nifşê nû yên ku dikarin uranyuma ku di tesîsên xwe yên nukleerî de hene zûtir bi pêş bixin çalak kirine.

Di daxuyaniya hevbeş a Wezareta Karên Derve ya Îranê û Ajansa Enerjiya Atomê de hat diyarkirin ku biryara Komiteya Rêvebiriya IAEAyê di bin zexta Birîtanya, Fransa, Almanya û DYAyê da hat qebûlkirin. .”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Îranê pêştir di astên curbicur de Ajansê agahdar kiribû ku ew dê bersiva her biryarekê li dijî wê bidin û di vê çarçoveyê de Serokê Ajansa Enerjiya Atomê Mihemed Îslamî ferman da ku tedbîrên bibandor bigirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku santrîfujên nifşê nû yên ku di tesîsên nukleerî de zûtir uranyuma hazir bi pêş bixin, hatin aktîfkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev kiryar ji bo parastina berjewendiyên welêt, ji bo pêşdebirina pîşesaziya nukleerî ya aştiyane heta ku ji dest tê û li gor maf û erkên Îranê hatine kirin, lê di heman deme de, dibêje ku Îran dê hevkariya xwe ya di çarçoveya Peymana Kontrola Teknîkî û Ewlekariyê de, bi IAEA re bidomîne.

Back to top button