
Fezlekeya ku bi daxwaza rakirina parêzbendîya Parlamenterê Amedê yê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Sezgîn Tanrikûlû hatibû amadekirin, ji Serokkomar Erdogan re hat şandin.
Wezareta Dadê rapora ku ji alîyê Serdozgerîya Komarê ya Enqereyê ve hat amadekirin û daxwaza rakirina parêzbendîya Sezgîn Tanrikûlu tê kirin, ji serokkomarê Tirkîyê R.T.Erdogan re hat şandin. Fezleke piştî ku ji alîyê Serokkomarîyê ve hat qebûlkirin wê ji TBMMê re bê şandin. Li TBMMê wê di komîsyonê û Lijneya Giştî de bê nîqaşkirin. Ger rapor bê qebûlkirin wê parêzbendîya Tanrikûlû bê rakirin.
Parlamenterê CHP yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû di weşana zindî ya TV100 de wiha gotibû: “Ma ev ne Hêzên Çekdar ên Tirk e ku darbeya faşîst a 12ê Îlonê pêk anî? Ma ne ev artêşa ku di 15ê Tîrmehê de hewla derbeyê da, gund şewitandin… Bi dehan kuştinên kiryar nediyar. Dozên ku ez dişopînim hene. “Ma ne Hêzên Çekdar ên Tirk in ku 15 gundî ji helîkopterê avêtine, ev yek jî bi biryara AÎHM’ê hatiye piştrastkirin“. Piştî van gotinan Serdozgerîya Komarê ya Enqereyê di derbarê Tanrikûlû de lêpirsîn da destpêkirin.