
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke derbarê êrîşa li ser firokxaneya Erebetê ya li Silêmaniyê de belav kir û ragihand, “Em her cure binpêkirina serweriya xaka Kurdistan û Iraqê û hemû kiryarên neyasayî yên ku dibin sedema têkdana asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê, şermezar dikin.”
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Bûyera li firokxaneya Erbetê em dilgiran kirin. Pêwîst e aliyên pêwendîdar lêkolînek berfireh li ser sedem û çawaniya vê bûyerê bikin û di zûtirîn dem de rastiyan eşkere bikin.
Em her binpêkirina serweriya xaka Kurdistan û Iraqê û hemû kiryarên neyasayî yên ku dibin sedema têkdana asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê, şermezar dikin.