Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, ji bo bicähanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) wê di navbera 19-21ê Îlonê de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bicive. Di hevdîtinê de wê li ser girtina karsaz Osman Kavala û Hevserokê Giştî yê berê yê Partäya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş jî bê axaftin.

Di civîna Komîteya Wezîran de ku wek desteya biryardana siyasî ya Konseya Ewropayê tê naskirin û di 19ê Îlonê de wê dest pê bike û 3 rojan bidome, Albanya, Ermenîstan, Azerbaycan, Belçîka, Bulgarîstan, Xirvatistan, Yewnanîstan , Macaristan, Îrlanda, Îtalya, Lîtvanya, Komara Moldova, Polonya, mijarên têkildarî Romanya, Îngilîstan, Federasyona Rûsyayê, Sirbîstan, Tirkîye û Ûkrayna wê bên nîqaşkirin. Biryarên DMME yên di derbarê karsaz Osman Kavala ku di doza Parka Gezî de cezayê muebbeta giran lê hat birîn û 6 sal in di girtîgehê de ye û Hevserokê Giştî yê HDP yê berê Selahattîn Demîrtaş jî wê bên ser maseyê.

Pêvajoya binpêkirinê hatibû destpêkirin Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna xwe ya 3 rojî ya ku di 30ê Mijdara 2021an da dest pê kir de, biryar da ku ji bo Tirkîyê pêvajoya binpêkirinê ya ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi cîh neanîye bide destpêkirin. Bi vî awayî Tirkîye piştî Azerbeycanê bû welatê duyemîn ku li dijî wê prosesa binpêkirinê hat destpêkirin.  Di daxuyanîya 8ê Hezîranê de Sekreterîya Konseya Ewropayê hatibû wezîfedarkirin ku heta civîna 12ê Tîrmehê derbarê tedbîrên ku li dijî Tirkîyê bên girtin de amadekarîyên xwe bikin û hat gotin ku eger Kavala heta meha Îlonê neyê berdan wê pêşniyazên amadekirî di her warî de bên nirxandin.

Piştî biryarê rayedarekî Konseya Ewropayê axivî û diyar kir ku di vê biryarê de ziman ji yên berê tundtir e û eger Kavala di pêşerojê de neyê berdan, hemû bijarde, derxistina ji Konseya Ewropayê jî di nav de, wê bên kirin.  Biryara komîteyê wê 22ê Îlonê roja Înê bi raya giştî re bê parvekirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: