Polîtîk

"Ey Ummeta Muhammed hûn çima bêdeng in?"

Nivîskar û dîrektorê rojnameya Tarafê Ahmet Altan, di nivîsa xwe a îro de li ser neteweperesti, oldarî, mislimantî û helwesta mislimanên Tirk yên li hemberî komkujiya Roboskiyê nirxand. Altan, bibîr tîne ku, di ola îslamê de cûdaxwazî û qewmiyet tineye û neteweperestekî ku mafên Tirk bikar tînin ji bo gelên din û bi taybet jî ji bo Kurdan guncav nebîne, dij ol û oldariyê dinirxîne û dipirse: Mirovên ku bi heman Xwedê, pirtûk û pêxemberî bawer dikin, sirf ji bo “ji gelekî din e” werine cûda kirin, gorî îslamiyetî caîz e?

Ahmet Altan li ser “senteza tirk û îslam”ê jî disekine û bi gellek pirsên xwe mijarê zelal dike ku mirovekî oldar, misliman, mislimantî û oldariya xwe nikare bispêre nijadekê. Dibêja, misilmanekî ku bi senteza tirk û îslamê îna dike, bixwaze nexwaze wê nijada xwe ji yên din rûmettir, bilindtir û serkeftîtir bibîne. Ew jî cûdatiye û dipirse: Li hemberî wê, senteza kurd û îslamê jî wê qebûl bikin? ger qebûl nayê kirin ew ne cûdaxwaziye.

Di gotara xwe de Altan, tîne ziman ku pêwiste her misliman wekheviyê biparêze û ku bona Tirkekî misliman çi tê xwestin lazime ji bo mislimanekî Kurd jî were xwestin. Kurdên li vî welatî dijîn tine têne hesibandin û her tişt heta navê welêt jî kirine Tirk. Kurdan pirr êş û êşkence û zilim dîtine. Kurd nikarên bi zimanê xwe zarokên xwe perwerde bikin. Lazime her mislimanekî oldar yê Tirk mafê Kurdan biparêze û bona ew mafan têkoşînê bide.

Ahmet Altan, di mijara komkujiya Roboskiyê de jî mislimanên Tirk, ji ber bêdengiyê rexne kir û pirsî: Mirovên ku neheq hatine kuştin, mafê wan parastin, ma di nav qaîdeyên îslamê de tine? Ger Hazretî Muhammed îro bijiya, helwesta li hemberî komkujiya Qiilebanê wê çi bûya? ger hûn bêjin ê bêdeng bima, ez jî êdî tiştekî ji we napirsim û nanivsînim. Ez soza vê didim. Çimkî oleke bi vî awayî bala min nakişîne. Na, ku hûn dibêjin “bêdeng nedima” ez ji we dipirsim: Ey ûmmeta Muhammed, hûn çima bêdeng dimînin?         

Back to top button