Em siyaseta bi minet qebûl nakin

Îro hikumeta herêma Kurdistanê di serokatiya serokwezîr nêçîrvan Barzanî de civîna xwe encumenê wezîran pêkanî.
Di destpêka civînê de Serokwezîrê Kurdistanê behsa siyasetên neqanûnî yên Hikûmeta Bexdayê yên ku, li dijî Gelê Kurd bi taybetî di warê sûtemenî de cîhbicîh dike kir. Barzanî ragihand ku, ev siyaseta hukumeta Iraqê bi awayekî giştî şaş û neqanûnî ye. Divê Hikûmeta Îraqê di warê saman û dahatîyên xwezayî de weke hevkareke sereke ya Bexdayê li Gelê Kurd binêre
Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir ku, siyaseta niha ya ji aliyê Hikûmeta Malikî ve tê rêvebirin weke siyaseta Hikûmeta Besê ne û Hikûmeta han jî di dema xwe de di warê sûtemenî de gemaro dixiste ser gelê kurd.
Barzanî di axaftina xwe de got, ew siyaseta Minetê qebûl nakin û nahêlin kesek mineta xwe li gelê Kurdistanê bike.
Serokwezîrê Kurdistanê ev yek jî bi eşkerehî diyar kir ku, cîbicîh kirina siyasetên bi vê rengî dibin sedema vêyekê ku, Gelê Kurd li hember Hikûmeta Malikî hîn zêdetir tûre bibe.
Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de bi awayekî berfire balkêşande ser siyaseta şaş ya hikûmeta Bexdayê ya li dijî Gelê Kurd û Hikûmeta Kurdistanê.
Barzanî got: Em li gorî destûr û peymanên îmzekirî tevdigerin lê hikûmeta Bexdayê ne destûr cidî werdigire nejî ev peymanên ku, îmze kiriye. Heta niha hikûmeta Îraqê bi awayekî rast para sûtemenî ( petrol, benzin û mazot) ya Kurdistanê nedaye û Hikûmeta Kurdistanê jî ji bo têjî kirina velatiya han hertim ji Derve sûtemeniyên pêwîst aniye Kurdistanê. Lê her car jî Hikûmeta Îraqê gelek zex li ser Îranê kir daku, Îran razî bike ku, derfetê nede Hikûmeta Kurdistanê di nava Sînurên vî de tiranzîta sûtemenî bike.
Serokwezîrê Kurdistanê bi beşeke din ya axaftinên xwe de behsa serdana xwe ya bo Tirkiyeyê kir û ragihand ku, di vê serdana xwe ya dawî de min siyaseteke gelek baş li hember xelkê Kurdistanê ji aliyê Berpirsên Tirkiyeyê ve dît û ev yek jî dibe sedema bihzêtir bûna peyvendiyên heyî yên di navbera her dû aliyan di pêşerojê de.
Di berdewamiya vê civîna han de behsa serdana heyeta Hikûmetê bo Devera Şengal û Dihukê jî hate kirin û heyet têbînê û nêrînên xelkê wan Deveran pêşkêşî civata Wezîran kir.