Polîtîk

Gorî Şahîn îcaba lêborînê nake

Li ser komkujiya Roboskiyê daxuyaniyek jî ji Wezîrê Karê Hûndir yê Tirkiyê Îdrîs Naîm Şahîn hat. Şahin diyar kir ku fermana bombebarandina komkujiya Roboskiyê, rayedarên hêzên hewayî yên ew roj dixebitîn dane.

Dîsa gorî wezîr, tiştekî ku lêborîn were xwestinê tineye. Di derbarê pirseke lêborînê de Şahîn, ” ji bo Qilebanê tiştekî ku lêborînê bixwazî tineye. Yên hatine kûştin qaçaxçîtî kirine, pêwistbû ew mirovana ne li wira bûna.”

Şahîn, ji NTV’yê pirsên Nîlgûn Balkaçê bersivandin û got, ew herêma di kontrola KCKê deye. Ew xortana fîguran in. Aktorên fîlmê yên sereke hene. pêwistbû ew xortana ne li wira bûne. Fermana qaçakçitiyê bîzat BDP dide.     

Back to top button