Nivîsar

Ew tiştekî ji hizir û pîroziyên neteweyî nizanin

Rojevakurd pirsî û Rewing Hirorî bersiv da.Hirorî dibêje : PKK û PYD xwe nahesab kin partiyên kurdistanî û çareseriya pirsa kurd di mafên neteweyî de nabîninRojevakurd:Alaya  Kurdistanê berî hebûna partiyên siyasiyên kurdistanî hebû û gelê kurd her ji deme şoreşên berê bi taybetî li bakur heta digehe komara Kurdistan li Mihabad û şoreşa Îlonê li başûr kurdan ew ala parast û weke alaya xwe ya neteweyî dizane. Di roja îro de ew ala li ser parlamento û hikûmeta Kurdistanê bilind diheje û li gelek welatan jî îtîraf pê dikin û li civînên fermî li ser masê tê danîn. Ew ne alaya partiyekê, lê alaya kurdan e. Ew alayê bûye beşek ji dîroka kurdan ji aliyê hin partiyên kurdan yên weke PKK/PYDê vê tê şewitanin û bê hûrmetî pê tê kirin. Gelo hûn vê yekê bi çi ve girêdinin û bi çi awayî dinirxînin? Rewing HirorîDi ser hindê re ku di serî de armancên piraniya partiyên kurdistanî otonomî/lokalî bûn û zêdetir alayên partiyên xwe ji alayê Kurdistanê zêdetir hildidan, lê dîsan jî hemî van partî û aliyan hest bi hindê dikir ku alaya Kurdistanê hîmayeke neteweya gelê kurd e û şanazî pê dikirin.Tu car kesekî yan aliyekî ew cesaret nekiriye sivkatiyê bi alaya Kurdistanê bike, eger hizir û bernameyên wan neteweyî jî nebin, çunkî xewna welatek azad û serbixwe di serê her kurdekî de heye.Ji ber ku PKK û PYD xwe nahesab kin partiyên kurdistanî û çareseriya pirsa kurd di mafên neteweyî de nabînin û wan şêwazek nû ji xwe re danaye, ew hizira wane li dijderketin û şewitandina alaya Kurdistanê tu hêcetek bû nayê gitin. Yan jî ew tiştekî ji hizir û pîroziyên neteweyî nizanin, yan jî dilreşiya wan hinde li hember aliyên alaya Kurdistanê dihilînin nikarin wan qebûl bikin, yan jî ew yek siyseta wan e ku bi hemî mkanên xwe li dijî sembolên neteweyî û Kurdistaneke serbixwe rawestin. Ev yek ji wan nayê qebûl kirin, di emekî de ku dijminên kurdan vê alayê qebûl bikin û kurd hebin wê alayê bişewitînin bi vê yekê ew dikevin xala dijî neteweya xwe.

Back to top button