Civak

Du tuhmetbarên bûyera Koyê hatin girtin

Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê teqînên Koyeyê yên lê pêş avahiya Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) ya Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Daxûyaniyê de tê gotin ku, piştî lêkolîna hêzên asayîşê du tuhmetbar hatine girtin.Asayîş dide xûyakirin ku, piştî lêkolînek berfireh tuhmetbar hatine kifşkirin. Ji wan du kes hatine destserkirin û tuhmetbarê sereke jî nasnama wî hatiye kifşkirin lê reviyaye.Bi biryara serokê dezgehê asayîşa Kurdistanê, komîtek bilind bo lêkolîna wê bûyerê hate avakirin û bi çavdêriya dadwerî û endamên Rêveberiya Asayişa Kurdistanê ya Hewlêrê, Rêveberiya Asayişa Silêmaniyê, Asayişa Raperînê lêkolîn hatin kirin.Lêkolîn hêja berdewame û dê encama lêkolînê ji raya Giştî re bê eşkerekirin. 

Back to top button