Nivîsar

Evîna bi dawînebûna siyaseta Kurdan ya Tirkiyeyîbûnê

Nivîskar Mehmet Emin Aktar nivîseke xwe ya bi serdêra (Evîna bi dawînebûna siyaseta Kurdan ya Tirkiyeyîbûnê) balê dikşîne li ser dîroka Kurdan ya Tirkiyeyîbûnê û her ji dema Osmaniyan û heta roja îro ya Komara Tirkiyê de dinirxîne.

Aktar dide zanîn ku bingeha pêkvejiyana Kurd û Tirkan di destpêkê de bi rêya Îslamê pêkhatiye û piştî çendîn qonaxan gihîştiye serdema îro. Piştî damezrandina Komara Tirkiye hinek tevgerên Kurdan yên wekî Azadî û Xoybûnê xwestine piştî sala 1923 ji Tirkiyeyîbûnê veqetin û berev Kurdistanîbûnê ve biçin. Piştî salên 1960 an jî tevgerên xwendekarên Kurd bi rêya Çepa Tirkî ya Kemalîstî Tirkiyeyîbûn dîsa destpêkiriye lê belê têkoşîna li Başûrê Kurdistanê jî bûye bingeh ku rêxistinên wekî DDKO yên serxwebûnxwaz peyda bibin.

Mehmet Emin Aktar li beşeke dinê nivîsa xwe de dide zanîn ku divê neyê ji bîr kirin ku kêşeya Kurd û Kurdistanê kêşeya demokratîkbûnê ye. Her wiha nivîskar dibêje dibe ku roja îro de yekxistina çat perçeyên Kurdistanê dibe ku pêkneyê lê belê Kurd dikarin wan sînoran li navbera xwe de rakin û nehêlin. Li bingehê de divê berî Tirkiyeyîbûnê Kurdistanîbûnê pêkbînin. Lê belê dema ev yek jî pêkhat şansê me yê guftûgokirina pêkanîn û hevpeymaniyê jî çêdibe.

Back to top button