DXB alîkarîkirina Kurdên Rojava de berdewame
Li dirêjahiya kar û çalakiyên xwe ya bi mebesta xizmetkirina penaberên Rojavayê Kurdistanê bi taybetî ew malbatên ku li wargehên Herêma Kurdistanê de bi cîh bûne, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li rêya nivîsîngeha xwe ya wargehê ve bi awayeke rêkupêk hevkarî û yarmetiya malbatên penaberan dike. Li vê helmetê de cilûbergên zivistanê û çendîn cûre xwarina teştê li ser (400) malbatên penaberên wargeha Erbet û 1680 kesan de dabeşkir. Heman demî de li wargeha Quştepe 850 malbat li wergirtina xoreka heyvekî sûdmendbûn.
Roja 27/11 li helmetek de li wargeha Erbet ya bajarê Silêmaniyê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî cilûbergên zivistanê li ser 400 malbat û 1680 kesan de dabeşkir. Cilûberg jî ji Qemsele û cilê jinan û Robe û qat traksut û çendîn kelupelên din pêkhatibûn. Heman demî de xoreka teştê li ser wan de dabeşkir ku ji (Mureba, tehîn, hêk, doşavê xurma, penîr, raşî), pêkhatibû. Heman demî de li gor pêdiviyên penaberan li dabeşkirina pêdiviyên dinê penaberan de berdewame.
Ji aliyekî din ve li wargeha Quştepe, nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xoreka heyvane li ser 850 malbatan de dabeşkir.