Kongreya YNKê cardin hate paşxistin. Biryarbû ku YNK kongreya xwe ya çaremin roja 7.12.2019ê de li dar bêxe. Lê YNK nekarî kongreya xwe bike û cardin wek gelek caran paşve xist.
Eve 9 salin ku YNKê biryar daye kongreya xwe çêbike. Lê ji sala 2010ê heta niha ji bo sedemên cur bi cur YNK nikare kongreya xwe çêbike. Gelek gotubêj li ser vê yeke tê kirin, lê eşkereye ku nakokiyên din ava YNKê de rê nade ku YNK bikaribe kongreyekî pêkbîne û pirsgirêkên xwe çareser bike.
Rojek mayî ji konmgreyê re serkirdeyatiya YNKê civiya û biryar da ku kongreye paşve bêxin û roja 21.12.2019ê kongreye pêkbînin. Lê ev jî wek gelek cara dikare bête guhertin.
YNK bi vî awayî nikare jiyana xwe ya siyasî berdewam bike. Ihtimala mezin ewe ku di kongreyekî de yan YNK du beş sê beş dibe yan jî bi awayekî hinek pirsgirêkên xwe çareser dike.