Cîhan

Milîsên Heşda Şeibî êrîşê xwepêşanderan kirin

Lig ora agahiyên medyayê di dema xwepêşandanan li Bexdayê bi sedan endamê milîsên Heşda Şabî bi awayekî nihênî ketin nava xwepêşanderan li Bexdayê û bi kêran gelek xwepêşander birîndar kirin.

Medya Iraqê dide xûykirin ku milîsên Heşda Şabî bi kêran êrîşî xwepêşanderan kirin û 9 xwepêşander bi giranî birîndar kirine.

Milîsên Heşda Şabî bi armanca belavkirina xwepêşanderên li meydana Texrîr a Bexdayê bi sedan milîs şandin nava xwepêşanderan û ji piştva bi kêran êrîşî xwepêşanderan kirine. Herwiha 9 xwepêşander birîndar kirine û 3 xwepêşander jê jin in.

Herwiha medyaya Iraqê belav jî kiriye ku ji ber wê rûdana îro li Meydana Tehrîr hejmara xwepêşanderan kêm bûye û sedama wê jî hebûna milîsên Heşdî Şabî ye di nava xwepêşanderan da.

Piştî rûdana îro û êrîşa milîsên Heşdî Şabî bo ser xwepêşanderan alozî di navbera xwepêşanderan da rû daye.

Back to top button