Kamîran Bedîrxan/Li Kurdistanê guhertina demografiyê…
Ez di nivîsa xwe ya vê hefteyî de dixwazim li ser du mijarên girîng rawestim. Lewra li Kurdistanê ewqas bi lez guhertin çê dibin û rûdaw pêk tên ku bi bazdanê gihîştina wan nabe.
BERÎ 41 SALÎ MÎR DR. KAMÎRAN BEDIRXAN JIYANA XWE JI DEST DA…
Di dîroka neteweya kurd de Mîrên Botan xwediyê girîngiyeke dîrokî ne. Malbata Mîrên Botan jî dîrokçêkerên Kurdistanê ne. Li Kurdistanê li herêmeke mezin û girîng desthilatdariya kurdan meşandin.
Desthilatdariya Mîrên Botan, di heman dem de bûye baxçeyê çand û ziman û edebiyad û helbesta Kurdistanê. Loma jî çand û edebiyad û helbesta botiyan li ser tevayî Kurdistanê konê xwe vedaye. Li Cizîra Botan nivîskar û hunermendên mezin derketin û eserên girîng pêşkêşî neteweya kurd kirine.
Mîrên Botan gelek aşkere ye ku girîngiyeke mezin dane perwerdeyî ya medreseyê. Loma jî, ji bona keç û lawên xwe jî girîngî dane perwerdeyî ye.
Piştî ku desthilatdariya Mîrên Botan ji aliyê Împeratoriya Osmanî de jî, ji holê hatiye rakirin; ew dewlemendiya çand û edebiyata wan, perwerdayî ya wan domandiye. Loma jî dema li Stenbolê û an jî li welat û li bajarên din sirgun bûne jî, li hewirdora xwe ji aliyê çand û wêjeyê de giraniyeke mezin danîne.
Law û keçên Malbata Mîrên Botan ji aliyê entellektuelî, çapemenî, çand, edebiyad, hûnerê ve, li dinyayê jî bûne bi navûdeng. Wan li koçberî/sirgunê li gelek welatên ciyê gelek kovar, rojname, pirtûk çap kirine. Siyaset û dîplomasiya neteweyetî meşandine.
Ji lawên mîrên Botan gelekên wan bi navûdeng in. Di dîroka û hûnera û siyaseta û dîplomasiya û edebiyada û rêzimana û zimanê û çapemeniya kurdan gelek kesên xuyayî bûne.
Mîr. Dr. Kamîran Bedirdan jî, yek ji wan lawên Mîrên Botan e.
Di derbarê taybetiyên Mîr Dr. Kamîran Bedirxan de nivîskar Konê reş dibêje ku: Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan, nivîskar, helbestvan, rojnamevan, dîplomat, doktorê hiqûqê, profesorê zimanê Kurdî li zanîngeha Sorbonê û xwediyê rojnameya Roja Nû û Stêrê “ ye.
Hemû kurd ew taybetiyên Mîr Dr. Kamîran Bedirxan nas dikin. Dema ku însan taybetiyên Mîr dinirxîne, dibîne ku kesekî çiqas pir bi qabiliyet û jêhatî ye. Ew di hamendem de derdixe holê ku di jiyana xwe de her dem xebat kiriye û heta mirina xwe jî ew xebata xwe domandiye. Gelek aşkere ye ku hemû xebatê wî jî qedirbilind û bi qelîte ne.
Ew nivîskar e: Lewra wî qelek pirtûk nivîsandine.
Ew helbestvan e: Lewra wî helbestên neteweyî û civakî nivîsandine.
Ew rojnamevan e: Lewra wî di gelek rojnameyan û kovaran de nivîs nivîsandine.
Ew hiqûqzanekı baş e: Lewra wî doxtoraya hiqûqê pêk aniye.
Ew dîplomatekî baş e: Lewra wî ji Şoreşa Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê re li derveyî welêt berpirsiyarî kiriye, dîploması meşandiye.
Ew profesorê zimanê kurdî ye: Lewra wî di derbarê ziman de pirtûk nivîsandiye û li Fransayê li zanîngeha bi navûdeng Sorbonê ji bona dersê kurdî mamosteyetî kiriye.
Ew dostekî Serokê Efsanewî Mele Mistefa Barzanî ye. Di heman dem de di xizmeta Şoreşa Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê de bû.
Wî heman dem de ji kovaran re xweditî kiriye û malê xwe jî pêşkêşî xebata çapemenî û çanda kurd kiriye.
Ew birayê Mîr Celadet Bedirxanê hostayê ziman û rêzimanê kurdî ye.
Dîsa Birayê Konê Reş dibê je ku: Ew “Di rojek mîna îro (04.12.2019) de, berî 41 salîli Beyrûtê di nexweşxaneya St Paul li Parîsê koça dawî kiriye. Bi koçkirina wî re stêrek geş û bi ronahî di asmanê welatê me de hat rijandin.”
Ez jî wek Kek Konê Reş dibêjim ku “Werim em wî bibîr bînin.”
GUHERTINA DEMOGRAFÎK YA MEZIN NAVÊ WELAT Û MILETEKÎ GUHERTINE: LI KURDISTANÊ Û LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ PÊŞÎ EW HATIN KIRIN…
Bi giştî li Kurdistanê û bi taybetî li hemû beşên Kurdistanê pirsgirêkên gelek stratejîk û dramatîk hene. Li Kurdistanê guhertina demografiyê, pirsgirêkeke rojane û daîmî ye.
Piştî Peymana Lozanê guhertina demografiya Kurdistanê ji bona dewletên kolonyalîst bû stratejiyeke sereke.
Ew stratejiya dewletan li hemû beşên Kurdistanê bi awayekî hatin meşandin û hîn jî tên meşandin. Li Kurdistanê jî di vê qonaxê de guhertina demografiya Kurdistanê dom dike.
Li Rojavayê Kurdistanê jî di vê qonaxê de poirsgirêke mezin û xeter jî ev pirsgirêke ye.
Ji bona ku guhertina demografiya Rojavayê Kurdistanê bê fahm kirin, divê em li tevayî Kurdistanê ev stratejiya demografîguhertinê çewa hatiye meşandin, em bi giştî analîza wê bikin..
Wek tê zanîn piştî Peymana Lozanê ji bona kurdistanê û neteweya kurd pêvajoyeke nû dest pê kir. Kurdistan û neteweya kurd bû çar beş û ket bin bandor û metîngehkariya çar dewletên milî.
Dewletên milî yên Ereban, Tirkan, Farisan li hemberî kurdan siyaseta cûda û xeter meşandin. Ev siyaseta di esas de: TUNEKIRINA KURDAN bû.
Dewletên kolonyalîst û nîjadperest ev siyaseta bi çend babetan û stratejiyan meşandin.
STRATEJIYA YEKEM: Tunebûna neteweya kurd û Kurdistanê wek îdeolojiya fermî parastin bû. Gor vê stratejî û îdeolojiye, neteweya kurd tune ye. Kurd, ereb, faris, tirk in. Ji bona kurd tune ne, welatê wan Kurdistan jî tune ye.
STRATEJIYA DUYEMÎN: Navê neteweya kurd, navê welatê wan Kurdistanê, navê erdnîgeriya neteweya kurd û Kurdistanê guhertin e. Navên kurdî bi kar anîn qedexe kirine.
STRATEJIYA SEYEMÎN: Ereb, faris, tirk li Kurdistanê bi cîwar kirine. Li Rojavayê Kurdistanê kemera ereban gor vê stratejiyê hat ava kirin. Pêvejoya erebkirinê dest pê kirin. Gundên ereban li Rojavayê Kurdistanê hatin ava kirin. Li Îranê piştî ku Dewleta Kurdistanê hat rûxandin, li Kurdistanê siyaseta fariskirinê hat domand. Hîn jî tê domand. Li Bakûrê Kurdistanê bi taybetî piştî serhildanên Bakûrê Kurdistanê siyaseta tirkkirinê hat meşandin. Tirk li Kurdistanê hatin bi cî kirin. Li Başûrê Kurdistanê piştî ku Otonomiya Kurdistanê hat rûxandin (1975) li Kerkukê û li tevayî Başûrê Kurdistanê siyaseta erebkirinê bi xurtî hat domandin. Ereb li Kurdistanê bi cîwar bûn. Piştî Referandûma Serxwebûna Kurdistanê piştî ku Kerkuk hat dagirkirin, siyaseta erebkirinê dest pê kir, hîn jî ev pêvajoya didomîne.
STRATEJIYA ÇAREMÎN: Li hemberî serhildanên Kurdistanê qetlîam pêk anîne. Qetlîama, Zîlanê, Helebçeyê, Dersîmê, Şengalê û tevayî ya Kurdistanê ji aliyê dinyayê ve tên nas kirin. Bi mîlyonan kurd encama qetlîaman hatin tune kirin.
STRATEJIYA PÊNCEMÎN: Kurdistan vala kirine. Piştî serhildanên Kurdistanê bi sed hezaran kurd ji kurdistanê hatin sirgun kirin û koç kirin. Wek tê zanîn, li Bakurê Kurdistanê bes piştî salên 1984an 4 mîlyon kurdan koçî bajarê tirkan kirin. Piştî serhildanan li Bakûrê Kurdistanê Qanûna Mecbûrî ya Îskanê derçû, encama vê qanûnê bi deh hezaran kurd mecbûr bûn ji Kurdistanê koç bikin.
STRATEJIYA ŞEŞEMÎN: Jenosîd wek sîstem meşandine.
Di vê qonaxê de li Rojavayê Kurdistanê jî ev stratejiyan bi tevayî pêk hatin.
Di derbarê vê pirsê de berpirsiyarê ENKSê bi serok Mesûd Barzanî ve di danûstandina xwe de ev mijara aniye rojevê û Serokê Mesûd jî xemginî û metiesiya xwe diyar kiriye.
Lê divê em baş bizanin ku PKK/PYD ji bona ku li Rojavayê Kurdistanê demografî bê guhertin, ji Rejîma Sûriyeyê û dewletên kolonyalîst re bû alîkar.
PKK/PYDê navê “Kurdistanê”, pêşî kir “Rojava” û pişt re jî kir “Bakûrê Suriyeyê”. Rejîma Sûriyeyê fermî navê neteweya kurd û welatê wan Kurdistan nas nedikir. Lê neteweya me, ew navan re xwedî derdiket. PKK/PYD bû sedem ku gelê me jî navê welatê xwe biguherîne.
PKK/PYDê teşwîk kir ku ereb bên li Kurdistanê cîwar bibin. Loma jî li bajarên Kurdistanê ereb bûn piranî. Lewra PKK/PYDê gor aqlê xwe digot ku “di rojên pêş de ez nikarim ji kurdan re şivanî bikim, lê ji ereban re bi hêsanî dikarim şivanî bikim.”
Şerê hûndir yê Suriyeyê û dîkjtatoriya PKK/PYDê jî bû sedem ku kurd welatê xwe terk bikin, bi sed hezaran kurd bibin koçber û penaber.
Hezar mixabin di destpêkê de rêxistinên me û piraniya kurdperweran ev xeteriya nedîtin, li dijî ev siyasetên xeter xebat nekirin.
Amed, 06. 12. 2019
Îbrahîm GUÇLU