Doh li ser ekranên kanala Haberturkê, bi weşana zindî bernameya bi navê “Li Gorî Kê û Li Gorî Çi” hate weşandin. Di nav mêvanan de yek jî nivîskara oldar û a bi tesetur Esra Elone bû. Eloneya ku her tim bi gotinên xwe yên balkêş dikeve rojevê, careke din bi gotinên xwe yên di derbarê Ataturk û CHPê de, qala xwe kirin da. Esra Elone CHP rexne kir û got, “ji ber têgeva CHPê a di derbarê Ataturk de, ez ji Ataturk nefret dikim. Qasî ku CHP li hemberî homoseksuelan hesas e, li hemberî keçên ku serê xwe digrin ne hesas e. Çima ev 6 tîrên vê partiyê bi serê me ve kirin.”
Esra Elone wiha got: “Ez qet CHPê samîmî nabînim. Sedema ku ez ji Ataturk nefret dikim, CHP bi xwe ye. Ji ber têgeha Kemalîzma CHPê, ez ji Ataturk nefret dikim. Ez di ev ramanê de me ku, sedema ev nefreta min jî CHP ye.”
Ev daxuyaniyên nivîskara zimandirêj, ji aliyê gellek kesan ve li ser çapemeniya civakî rexne girtin.
Berê jî Esra Elone, gotinên ku di nav rayagiştî de nerehetî peyda kiribûn serf kiribûn. Elone, di derbarê parlementerên BDPê yên jin de gotibû ku, ez parlementerên BDPê yên jin wek bi çavekî dayikiyê nikarim bibînim.
Dîsa Elone, di daxuyaniyeke xwe a din de jî gotibû ku, min hevaleke xwe pêşniyara hevjînê xwe kir lê hevjînê min ev qebûl nekir.