Qetilîyama Dewleta Tirk bê cezamayin – 3


S.ADLIG : Wun karin bahsa biraye xwe Bayram û apê xwe Abdulhemid bikin, ew çi kâri dikirin, bi çi awayî hatin girtin û biçi awayî hatin qetilkirin ?

MEHMET BAL : Sal 1994 miha 11 bu, em wê demê li gundê xwe, li gunde xerabê baba diman, kâr û îş û debara me, di çandinîya erdabu û bi xwêdîkirina hêywana bu.
Rojekî nava royê êsker, cerdêvan, bi tevî polisên  sivil avêtin ser gundême, me gundiyan li meydana gund civandin, li hafa jin û zarukên me bi gotinên pis limê kirin, gelek zori û lêdan lime xistin.

Jibo ku em gunde xwe bi têrikinin, emir dan, ên ku ji gund dernekeve, ewê me gundiyan gîşka, bi kuştine tehdît kirin û birayê min Bayram, tevî apêmin Abdulhemit û gundiyêkî me jî bi navên Nasir bu girtin birin.

Pişti girtina wan 15 rojan ew gundiye me Nasir, ji bin pirs sual û çavan derxistin birin hêpsa Mardin’e, le me ti xeber ji biraye min û apêmin ne sitand, me jî çu dilekçe da savci, lê ti xeber jiwan derneket, piştra em çun valilixa Nusaybine, valilixa Nusaybin’e, jî me hawaleyî JITEM’E kir, em çune JITEM’E, JITEM’E jî jimera gotin, wun hêrin mervên xwe ji teşkilata emniyeta bajer ya Nuseybin bipirsin.

Em vêcare çune emniyeta bajer ya Nuseybin û me jiwanji pirsi, evjî bi mere xeyidîn û ji mêra gotin, derkevin jivir hêrin malên xwe, wê birayete û apête di nizikda werin male.
Du roj bi şunda, li kêlêka riya wesiyîtên navbera gunda, li nêwala Pîr kemale  cesedên hêr duyan avêtine nêwalê, kêleka rê, newal ji rê serjêr xwanîdike.

Cesede birayemin Bayram û apêmin Abdulhemit ji aliyên şifêrên wêsayîta gunda va, gava derbas dîbin, dibînin. Wexta diçin ser termên wan, Apêmin yekî gundi ku di wesayîtedeye wî nasdike û xebere dideme.

Wexta ez çum ser cenaze wan, 28 kapsulê fişekê vala, ku bêra wan dabun, hebu û 2 fişekjî nê teqiya bun min têva da hêv û xiste berika xwe,  ji derbên lêdane serê wan herduyan jî hatibu pêlixandin, milên wan, tilîyên destên wan û çimê pîyên wan tev şikesti bun.

Me bi awayek femi dilekçeyek nivîsi tevî wan kapsulên fişekan da savci û dawê li ser efserên wê demê ên Nuseybine Erol peynirci savcilixa Nusaybine vekir.
Wexta me dilekçe û wan kapsulên fişekan bi dest da savci, wê wextê serefser (Yüzbaşiye) Nuseybine Erol Peynirci jî li cem savci bi hevre çayênwan li berwanbu û wê gavê tu cari jibirnekim, ew bi hevre li dilekçamin rêntin û jihevre dibişirin…

Pişti Çend mêh bi şunda, cardin ew serefsere Tirk têvî lêşkerên xwe, tîman û cerdêvanên xwey sivil avêtin ser gundême, Gundême Xêrabê Baba 180 xane bu, me bi zorê ji malên me derxistin. malan tev şêwitandin û dane bêr topan.

 

Me Gundiyan, ji tirsa hêr yek bi cîyekida tevî jin û zarukên xwe em bi zorê mecbur kirin, ji gund derxistin û em giş koçber bum. Em ji sala 1995 virda hatin  bajarê Nusaybin’e. Ew kas sal derbas bun, ji savcilixê, nê katile birayemin Bayram, nêjî katile apêmin Abdulhemit qet nehat lêkolinkirin û pirs nêhatin kirin. Pişti kuştinênme, bi sedan malên gundîya hatin şewitandin, xirakirin, ev kesen han rêberên dewleta Tirkîyê bun û bi navên dewletê berbirsên vê mintiqê bun û hejî ev kesên han, tu kes jiwan heta vêga hesaba van kuştinan, tahribatan jiwan nê xwestiye û cezanekiriye…

Bi sala, li welatême, bi sêdan gund hatin xerakirin û valakirin, bi hêzaran insan hatin kuştin, revandin û hindakirin; Lê me ticari nêdit ku vê dewletê careki jî, bêje ma çima ev însan têne kuştin kî wan dikûje ? Yek, biyek, hukumetên cuda li pey hev hatin ser hukum û dêrbas bun çun, ewjî wusa û yek pirs nêhate kirin. Adalet jibome tu car tev ne geriya û me vê adaleta însani nedît, Ha irojî ji li mêhelame 2 kes hatin girtin û birin em nizanin ewê çi bi serên wan binîn, gelo ewê sax werin berdan, an na…?

S. A : Mesajeki we ku wun dixwazin bêjin heye ?

Ti bawêriyamin bi vê dewletê ne mayê.

Kingê ev katilên me, rojêk hat girtin, ku ifaden xwe dan û mahkeme bun. Ku ji wan hêsap bê xwêstin, ewjî bersiv bidin, bê çima wan me kuştin, gundênme valakirin û malên gundênme xirakirin.

Li Tirkîye ew adeletek çêbibe, ku li ser sucên van zalimên hov û ji wahşata wan dewlet hêsap bipirse û wan bi hêqî cêza bike, ezê hinga bawerî binim, ku li vî welati îdi jibo kurda hukuk û adaleta bê taraf, rast wa despêkiriye çêdibe, hinga ezê ji zarukên xwere bejim hêvîya rastiye nemiriye û li vî welati rumeta însanan, hêjatiya insanî û rêzdariya pir xelkên cuda bi jiyan dibe û hê nê miriye.

Wê hinga qahr, kul û derde dilême deyne û şewat ûkedera dilême belkî berbi nermî jiyaname bi rê keve…

Em kurd, ji heqiye,  ji mirovatiyê û wek her kesi ji aramiyê, ji azadiyê û çi tiştekî laiqê insanan li ser erda dinyayê heye, xweş û xweşik hebe  emjî jê gelek hisdikin.

Jina Bayram Bal, Behiya Bal :
Bila qatilê merêmin, apê merêmin bên girtin û mahkemekirin, ka ew çima me kuştin, bila li hember edaletek rast hesap bidin, bila bersiva van qetiliyama bidin…

Qiza Bayram, Hacer Bal :Tiştek wek jiyanê şêrin û bi rûmet tuneye,
Jiber vê yekê bila jiyana tu isani û ê me kurda jî bila qut nebê û kuştin bila bên seknandin.
Bila tu zaruk li cihane wekmin, bavên wan nê qetilqirin û bê bav nêmînin.

Jina Abdulhemit Bal, Hafse Bal :
Kujerên merêmin bila bên girtin û mahkemekirin, ew 8 zarukên min bê bav hiştin çima ? Bila persiva vê bidin.
(Abdulhemit BAL, bavê 6 keç û 2 kura bu)

Suayip Adlig

Nerîna min :