Polîtîk

Şerê budceyê li Bexdayê dest pê kir

Duhî roja şemiyê 20.10.2012ê li bajarê Hewlêrê, di bin serkatiya Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê de şandeya bala a danûstandinan bi hikûmeta Bexdayê re li avahiya civata wezîran civiya. 

Di civînê de hemû endamên şandeyaê amadeebûn û di axavtinekê de cîgirê serokê hikûmetê got ku, armanca serdana şandeya herêma Kurdistanê bo Bexdayê minaqeşekirina budceya sla 2013ê a Îraqê ye. 

Şandeya bala a danûstandinan bi Bexdayê re îro dê bi fermî serdana Bexdayê bike û bi mezine berprisên hikûmeta Îraqê re bicive. Heyeta herêma Kurdistanê di civînên xwe de dê tekîdê li ser gotûbêjkiirna budceya Îraqê a sala 2013ê û ew madeyên girêdayî herêma Kurdistanê ne bike û têbîniyên xwe pêşkeş bike. 

di civînê de tekîd hat kirin ku, divê budce li gor destûra Îraqê be û di berjewendiya tevaya îraqiyan de be û mafê hemû îraqiyan heye haydarî budce, dahat û samanê giştiyê Îraq bin. Divê di budceya Îraqê de rewşa herêma Kurdistanê weke herêmeke federal li gor destûra Îraqê li be çavan bê girtin. 

Back to top button