Cîhan
Fransayê komkujiya Cazayîriyan pejirand
Serokkomarê Frensayê François Hollande, qetlîama ku Artişa Frensayê li Parîsê di 17 10 1961ê de li cezayîriyan kiribû, li welatê xwe mikur hat û ew qetlîam nasî.
Çewa kut ê zanîn, roja 17 10 1961ê cezayîrîyên li Parîsê ji bo serxwebûna welatê xwe, xwepêşandan li Parîsê kiribûn, lê tev ji aliyê hêza leşkerî ve hatibûn kuştin û laşê wan jî avêtibûn nêv ava çemê Seineyê. Piştî du-sê rojan ew laş werimîbûn û derketibûn ser seyû avê, bibêgavî berhev kiribûn û veşartibûn.
Serokkomar Hollande di pêncîsaliya qetlîamê de ji bo bîranîna wan cezayîriyan çû ber keviya çemê Seineyê û gul avêtin ser ruyê avê. Bi vê yekê dilxweşiyek jî li Cezayîrê kete nava xelkê.
Rojeva Kurd/Paris