Mirovê 32 salî yê bi navê Mihemmed Latif Khatana, di nav pençeyê nexweşiyeke ku qet nehatiye dîtin û a bê hêvî de hewl dide ku bijî. Li ser rûyê Khatana ûr derketiye. Her ku çûye ev ûra mezin bûye û temamî ser rûyê wî girtiye. Ji ber vê nexweşiyê nikare pêş xwe bibîne û ev bi xwe jî ji rûyê xwe xofê digre. Heta ewqas ku, Khatana, cesaret nake ku derbasa hemberî neynikê bibe û li rûyê xwe binêre. Diyar dike ku, kî rasta wî tê, ji bo ku li wî mêze neke, rêya xwe dadigerîne.

 Mihemmed latif Khatana li Hîndistanê dijî. Bi parsekiyê jiyana xwe didomîne. Di sala 2008 an de zewiciye û hevjîna wî ducaniye. Tirsa mirovê reben ev e ku, zarokê wî yê ku bê dinyayê jî mîna wî bi vê nexweşiya sosret a nedîtî bikeve. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: