Nivîsar

Êşa miletekî û siyaset

Li ser arîkariyara hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ji bo Kobanê gelek tişt hatin gotin û nivîsandin. Ji berî her tiştekî ji bo hêzên Pêşmerge bikaribin herin devera Kobanê hinek peymanên navbera dewletan de pêwiste.

Di rewşa heyî de tenê li ser Kurdistana Baku re rêya Kobanê vekiriye. YPG bi xwe ji serêkaniyê nekarîn xwe bighînin Kobanê. Ji ber ku Til Ebyet(Girê Spî) destê DAÎŞê de ye. Yanî  ji bo hêzek ji Serê Kaniyê bigihe Kobanê dive ji berî her tiştekî  DAÎŞê ji devera Girê Spî pakij bike.

Ji aliyek din di vê qonaxê de nabe mirov hesabên siyasî yên basit bike û qet nabe mirov man û nemana miletekî bike malzemek siyasî û li ser propagandayê bike.
Dema bûyera Şingalê çêbûyî, medya girêdayî PKKê  gelek nûçeyên nerast belav kirin, bû sedemê dezenformasyonek mezin û ew karaset kir zemînek yê propagandeyê li dijê Barzanî û PDKê.

Lê dema bûyera Kobanê destdayî, li medya Başûr temaşe bikin. Daxuyaniyên berpirsên Kurdistanê binêrin, da ku ew ferqa navbera xeta netewî û ya entegre kirinê  de bête dîtin.

Îro Serokê Kurdistanê ji bo Kobanê ji karasetekî xilas bike her tiştekî dike. Roja DAÎŞ êrîşê Kobanê kir serokê Kurdistanê bi rêya telefonê pêwendî DYA û hinek welatên Ewropa re danî da ku li dijê DAÎŞê bombebaranê bikin.

Dema wezira bergirî ya Almanya serdan Kurdistanê kir Barzanî vekirî spasiya hêzên ku li devera Kobanê DAÎŞ bombebaran kirîn kir.

Tê gotin gerilla derbasî Kobanê bû. Başe çewe derbas bû? kes vê nabêje. Dezgehê Xêrxaziya Barzanî arikariyek mirovatî gihand Kobanê, derîyê Brahim xelil re derbasê Bakur bûn û Tirkiye rê da heta xwe gihandin Kobanê.

Gundên devera Kobanê hemû vale bûne. Nêzikî 150.000 kes derbasî Bakur bûne. Di nava Kobanê bi xwe de kêm insan mane. Piştî bombebarana DYA û welatên din hinek kes taybetî zilam vegeran Kobanê.

Ji aliyek din gelo HDP berê xwe daye devera sinor li wê derê  dixwazin propagandeya çi bikin? Ji xwe Tirkiye derî vekirine, xelkek kêm zêde derbas dibe. Rastî HDP bi çi armancê li devera sinor çalakiyan dikê nayê zanîn.

Nabe mirov li ser êş û elema miletê xwe siyasetê bike û karaseta miletekî bike zemînê propagandeyên vale.

Parastina Kobanê wek her bostek axa Kurdistanê erkek netewîye. Lê divê PYD rê bide hêz û aliyên din yên siyasêyên Kurdistana Rojava da ku bi vê erkî bi cih bînin.

26.9.2014

Dara Bilek

Back to top button