Polîtîk

Leyen: Kurdistan şûna cîhanê jî şerê Daîş ê dike

Îro pênçşem 25/09/2014 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ursula Von Der Leyen Wezîra Bergiriya Elmanya û şanda li gel kir ku ji Balyozê Elmanya li Iraqê û ji hejmarek şêwirmendên serbazî yê Wezareta Bergiriya Elmanya pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de ku Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge û Şêx Ce’fer Şêx Mistefa û Ferîq Şêrwan Ebdulrehman û Cebar Yawer Endamên Fermandeyî ya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê û Dilşad Barzanî Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Elmanya û Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn, Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Wezîra Bergiriya Elmanya û şanda li gel kir û spasiya Hikûmet û gelê Elmanya kir ku li demên teng da piştgîriyê li gelê Kurdistanê kirin û balkişand li ser biryara Hikûmeta Elmanya ya ji bo piştgîrî kirina gelê Kurdistanê, ku her çende biryarekî hêsan nebû, lê belê cihê pêzanîne û wiha kir Kurdistan bi wê yekê piştstûr bê dostekî mezinê wekî Elmanya heye.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî behsa wê yekê kir ku cihê şanaziye îro gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge şûna cîhanê şerê dewletekî terorîstî ya pir çek dike ku çekên dû dewletan ketiye dest û balkişand li ser wê yekê ku terorîst bi tenê ne tehdîdin li ser Kurdistanê, belku tehdîdin li ser hemû cîhanê ji bo wê yekê ji navbirina terorîstên Da’îş û rîşekêşkirina wan pêwîstî bi hewlekî hevbeş ya navdewletî heye.

Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa xweragirî û serkeftinên Pêşmerge kir û wê yekê xisterû, ku Pêşmerge karî Kurdistanê biparêzê û parêzgeriyê jî li jiyana zêdetir yek milyon penaberên ji pêkhatên olî û neteweyî û etnikî yên cûda cûda bike, ku ji tirsa êrîşan xwe spartine Kurdistanê.

Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de behsa rewşa meydanî ya bereyên cenga dijî terorîstan kir û balkişand li ser wê yekê ku niha destpêşxerî li destê Pêşmergeye û hêzên Pêşmerge ji bo têkşikandina terorîstan ketine qonaxa êrîşbirinê. Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî bi hurî şanda mîhvan ji rewşa ne baş ya koçberan û pêdiviyên seretayiyên wan kir û tekez li wê yekê kir, ku çareseriya bingehîna kêşeya koçberan eweye ku vegerin cihên xwe û li wir bêne parastin. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanek ve yarmetiya koçberan daye lê belê hejmara koçberan û asta karesatê ji şiyana Herêma Kurdistanê derbaskiriye.

Li beramber da Ursula Von Der Leyen Wezîra Bergiriya Elmanya ji bo vê pêşwaziya germa ku li wan hatiye kirin spasî Serokê Herêma Kurdistanê kir û balkişand li ser wê yekê ku Elmanya bi girîngiyê ve temaşa xweragiriya Pêşmerge û parastina wê hejmara zêdeya koçberan dike û tekez li wê yekê kir ku Elmanya li yarmetiyên mirovî û pirçekkirin û rahênana hêzên Pêşmerge de berdewam dibe. Li beşekî dinê axaftina xwe de Wezîra Bergiriya Elmanya behsa ewe kir, ku ew baş dizanin Kurdistan şûna cîhanê şerê terorîstan dike, ji bo wê yekê Elmanya biryara hevkarî û palpiştîkirina Kurdistanê daye.

Her wiha Wezîra Bergiriya Elmanya li dirêjahiya axaftina xwe de behsa mirovdostiya gelê Kurd kir û got: Gelê Kurdistanê li navçeyê da pêşengê pêkvejiyan û lêborînêye û eve jî cihê rêz û pêzanîna civaka navdewletiye.

Her li vê civînê de Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmergeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gotarek da tîşk xiste li ser wan hevkariyên dewletên dost ku pêşkêşî hêzên Pêşmerge kirine û pêdiviyên hêzên Pêşmerge û naveroka teknîkî û rewşa meydanî ya bereyên şer ji bo amadebûyên civînê şîrovekir.

Proseya siyasiya Iraqê û pêkanîna Hikûmeta nû mijareke dinê vê civînê bû.

Hêjayî gotinêye ku piştî temambûna civînê Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîra Bergiriya Elmanya li civîneke rojnamevanî ya hevbeş de naveroka civînê ji bo rojnamevanan xistin rû.

Back to top button