Polîtîk

Divê tedbîrên lezgînî ji bo penaberan bine girtin

Serokwezîrê Kurdistanê li hember serdana cîgirê serokwezîrê Îraqê bo herêma Kurdistanê ku, berê serdana Duhokê jî kiribû, kêfxweşiya xwe nîşan da û got ku, hatina cîgirê serokwezîrê Îraqê ku ji nêzîk haydarî rewşa koçberan bibe û dûvçûnê bo pirsgirêk û pêdawîstiyên wan bike pêngaveke giring e.

Serowkezîr tekîd kir ku herêma Kurdistanê li gor îmkanên xwe hevkarî û alîkariya koçber û penaberan kiriye lê vê pirsê pêwîstî bi hevkariya hikûmeta Îraqê û civaka navdewletî heye û divê Îraq gelek bi cidî erk û berprisiyariya xwe di vî warî de cîbicî bike.

Salih Mutlek cîgirê serokwezîrê Îraqê ji bo hevkarî û alîakriya ji penaber û koçberan re hatiye kirin, sipasiya xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê kir û tekîd kir ku ew dê ji nêzîk rewşa koçbersan bişopîne û lêbixebite bi hemû awayî û bi berdewamî alîakriya wan bikin û ji bona vê yekê jî tekîd li ser hevahengiya navbera saziyên peywendîdarên Îraq û saziyên peywendîdarên herêma Kurdistanê kir.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Îraqê kir ku bi lezgînî tedbîrên pêwîst werbigire daku koçber ji serma, berif û baran bên parastin û di demsala zivistanê de ratî ti nexweşî û karesatên emzintir nebin. Hikûmeta Îraqê bi rêya xwe daxwazê ji saziyên Neteweyên Yekgirtî  û civaka navdewletî jî bike ku zêdetir hevkariya koçberan bikin bi taybetî koçberên li wîlayeta Duhokê ku, zêdetir ji 50% ji hemû koçberên Îraqê ye.

Pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê û beşdarîkirina kurdan di hikûmeta Heyder Ebadî de mijareke din a civînê bû û di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanî tekîd kir ku herêma Kurdistanê dixwaze hemû alîyên beşdar di hikûmeta herêma Kurdistanê de di hikûmeta Îraqê jî de beşdariyê bikin.

Rewşa emnî, leşkerî û şerê dijî terorîstên DAÎŞ mijareke din a dîdarê bû.

Back to top button