Nivîsar

Êrîşên li Trabzonê û Hewlêrê, li dijî Başûrê Kurdistanê ne…

 

 

 

 

Li Dewleta Tirk û li Başûrê Kurdistanê du bûyerên nexweş qewimîn. Li Dewleta Tirk li bajarê Trabzonê li dijî Kurdên Başurê Kurdistanê êrişeke nîjadperest çêbû. Li Başûrê Kurdistanê dîplomatekî Dewleta Tirk ji aliyê PKKê de hat kûştin.

Ev herdu êrîş jî li dijî kurdan û Başûrê Kurdistanê bûn.

 

ÊRÎŞA LI TRABZONÊ, ÊRÎŞEKE NÎJADPERESTIYA DEWLETÊ Û CIVAKÎ YE. EZ HEVWELATIYÊN XWE JI BONA KU JI KURDISTAN Û ALA KURDISTANÊ RE XWEDİ DERKETIN PÎROZ DIKIM…

Siyaseta Dewleta Tirk ya derbarê neteweya kurd de, kurdan tûne qebûlkirin e. Loma jî, ji bona ku neteweya kurd ji holê rakin û tune bikin, sed sale ku bi gelek awayan xebatên hovane û barbar dimeşînin. Ev nêrîna Dewleta Tirk encama felsefaya damezrênêr ya Dewleta Tirk e û fermî ye.

Ev siyaseta Dewleta Tirk ya fermî li hemberî neteweya kurd, ne bes li dijî kurdên Bakûrê Kurdistanê ye. Ev siyaseta li dijî hemû kurdên çar beşan e û kurdên dinyayê ne. Loma dema ku li welatekî xerîb jî di derbarê kurdan de karekî baş jî çê bibe û ava bibe, Dewleta Tirk bi wan dewletan re dikeve nav pêwendî, pêşiya wan avayiyan digre.

Dema li beşekî Kurdistanê pêşketinek bibe û bi taybetî jî dema ku kurd ber bi azadiyê û serxwebunê û statuqezençkirinê biçin, Dewleta Tirk ji bona pêşiya vê pêşketinê bigre dikeve, nav hewildanên qirêj û kolonyalîst. Di gelek hewildanên xwe de jî  serkeftî bûye.

Ev felsefaya Dewleta Tirk bûye sedem ku li dijî kurdan nîjadperestiyeke dijwar ya dewletê fermî û civakî biqewime. Dîsa ew bûyeê sedem ku gelek bi hêsanî êrişî hêjayiyên kurdan bikin. Li hemberî kurdan qetlîaman çê bikin. Zirara fizikî bidin kurdan.

Wek tê zanîn grubek kurdên Başûrê Kurdistanê ji bona gerê hatibûn Tirkiyeyê û Behra Reş. Li ser cilên wan Kurdistan nivîsandibû ku xwestibûn ku welatê xwe bidin nas kirin.

Encama ev nîjadperestiya fermî û civakî, li dijî wan êrîşekî pir xirab pêk hat û xwestin ku kurdan bikûjin û lînç bikin. Tê gotin ji aliyê provakatörekî de ev bûyera çêbûye. Ew ne rast e. Civata Tirk û miletê Tirk encama felsefaya dewletê ya nîjadperest, ew jî nîjadperest bûne. Bi taybetî jî li hemberî kurdan. Dem-dem jî li hemberî ermenan û rûman.

Ew nîjadperestî ji bona ku îdeolojî û felsefeya dewletê ye, berpirsiyarên dewletê parêzgeh, berpirsên ewlekarî, serokdozgerê Trabzonê jî, ji vê êrîşê re piştgirî kir. Kurd binçav kirin û di derbarê wan de lêpirsîn kirin. Piştî lêpirsînê jî derxistin derve û şandin Kurdistanê.

Li hemberî vê êrîşê û mûameleya nehiqûqî, neînsanî, barbar, Wezîrê Dadê û Wezîrê Karên Hûndir jî deng dernexist, ji êrişê re bûn alîkar.

Hikûmeta R.T. Erdogan jî li hemberî vê êrîşê û mûamelaya nehiqûqî, neînsanî, barbar deng dernexist.

Wek tê zanîn piştî Hikûmeta Ozal bi Başûrê Kurdistanê, partiuyên Başûrê Kuırdistanê, Serok Barzanî û Celal Talabanî re pêwendiyên fermî û dîplomatîk ava bûn. Vê pêvajoya gelek bi pirsgirêk domand.

Lê  beriya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ev pêwendiyên siyasî û dîplomatîk hatin merheleyeke baş û girîng. Lê dema ku Dewleta Tirk bi tundî li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê û encama wê derket û ji îşgala Kerkukê re bû alîkar, pêwendiyên Dewleta Tirk û Dewleta Federe ya Kurdistanê gelek xirab bû.

Di ev sala dawî de jinûve pêwendiyên herdu dewletan pêş dikevin.

Ev êrişa bû sedem ku di van pêwendiyan de birîn çê bike.

Ev êrîşa bû sedem ku nûha şûnda kurdên Başurê Kurdistanê û yên Bakûrê Kurdistranê neçin Behra Reş. Ev ji bona Dewleta Tirk jî zirara prestîjê û aboriyê ye.

Loma divê êrişker û berpirsên dewletê yên ku ji vê êrişê re bûne alîkar, divê ji kar û wezîfeyê bên dur xistin.

Ji Dewleta Kurd û ji kurdên zirardîtî lêborîn û baxişandin bixwazin.

Wek tê zanîn Serokkomarê Dewleta Tirk gelek caran serokwezîrê Kurdistanê Neçîrvan Barzanî û Serokê Milî Mesûd Barzanî bi Ala Kurdistanê pêşwazî kir. Ev bûyera dawî diyar kir ku ew hemû şiklî ne. Lewra ew şiklîbûna wê di referandûma serxwebûna Kurdistanê de jî derket holê.

Divê Dewleta Tirk û Tirk baş bizanin ku Kurdistan welatê kurdan e. Ala Kurdistanê sembola Kurdistanê ya girîng e. Divê ku ji welatê kurdan û Ala Kurdistanê re rêzgirtî bin.

Ez hevwelatiyên xwe jî pîroz dikim ku ji welatê me û ji ala me re xwedî derketin.

 

ÊRÎŞA LI HEWLÊRÊ LI DIJÎ DESTHILATDARIYA KURDİSTANÊ YE Û TU ZIRARÊ NADE DEWLETA TIRK…

Di 17.07.2019an de li Hewlêrê li aşxaneyekê (restoranekê) li hemberî dîplomatên Dewleta Tirk êrîşek pêk hat. Dîplometê Tirk Osman Kosê û du hemwelatiyên Kurdistanê hatin kûştin.

Di demek nêzik de diyar bû ku ev êrîşa ji aliyê PKKê de pêk hatiye. Loma jî demek dirêj derbas nebû êrîşkerek ji aliyê hêzên ewlekarî yên Kurdistanê ve hat derdest kirin.

Ji aliyê raya giştî ya kurdperwer de ev dihat payîn. Ez jî demeke ku ji vê xeteriyê qal dikim û dinivîsînim.

Çima dihat payîn?

PKKê di ev qoxaxa dawî de, li Başûrê Kurdistanê, ji raya giştî re îlan kir ku hêzeke çekdar avakiriye û ew hêza dê li hemberî destwerdan Dewleta Tirk şer bike û êrîşî hedefên Tirk bike

Ev yeka jî pêk anî.

Gelek aşkere ye û gor matematîka siyaset û dîplomasiyê, ev êrîşa ne li dijî Dewleta Tirk e, li dijî Dewleta Federe ya Kurdistanê ye.

Lewra bi kûştina dîplometekî Dewleta Tirk têk naçe. Dikarim bibêjim ku li ser vê bûyerê Dewleta Tirk xurttir dibe. PKK jî bi sedan cîwanên kurd wek bedel dide vê êrîşê.

Lê zirareke mezin dide sîstem û hiqûq û statuya Dewleta Federe ya Kurdistanê.

Ev bûyera dibe sedem ku pêwendiyên Dewleta Tirk û Dewleta Federe xirab bibe.

Tê zanîn ku armanceke PKKê jî ew e ku dixwaze pêwendiyên Dewleta Federe ya Kurdistanê û Dewleta Tirk, cîranên din xirab bibe. Loma jî gelek hewildanên wê hene.

Wek tê zanîn dema ku ji Kongreya Kurdistanê qal dike jî, min her dem nivîsand û ez li dijî pêşniyara wê derketim ku ew ji bona başiyê ne ji bona xirabiyê vê yekê dixwaze.

PKKê dema ev biryara xwe ji raya giştî re diyar kir, li hemû beşên Kurdistanê û li dinyayê hemû kurd ketin nav tirsekê û reaksîyoneke gelek mezin nîşan dan.

Hikûmet, hêzên ewlekarî yên Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî û entellektuelên Başûrê Kurdistanê jî reaksîyoneke mezin nîşan dan. Gotin PKK ji derveyî hiqûq û otorîteya Dewleta Federe ya Kurdistanê tevdigere. Lewma jî îzin dayîn ji vê avakariyê re mimkûn nîne.

Dîsa gelek aşkere ye ku PKK nikare bi hêza xwe ya çekdar li Başurê Kurdistanê li hemberî Dewleta Tirk şer bike.

Ji bona PKKê tiştê hêsan ew e ku ji Başûrê Kurdistanê derkeve. Wê demê Dewleta Tirk nikare operasyonan li Başûrê Kurdistanê pêk bîne.

Lê PKKê vê nake, biryara avakirina hêzên çekdar îlan kir.

Ev helwesta PKKê li dijî otorîte û desthilatdariya Kurdistanê ye.

Li welatekî û li Kurdistanê ji derveyî hêzên leşkerî hêz ava kirin qedexe ye.

Li Başûrê Kurdistanê girêdayî şerê milî yê Kurdistanê avabûna hêzên çekdar yên partiyan bi deh salan e ku pirsgirêk e. Loma jî ji bona hêza leşkerî ya hevbeş ava bibe, xebat tê kirin. Ev xebata hatiye merheleya dawî.

Ji bona ku rejîmeke demokratîk ava bibe û pêş bikeve, li Kurdistanê otorîteke demokratîk ya merkezî xûrt bibe, divê PKKê û hêza wê ya çekdar li Başûrê Kurdistanê qedexe bibe.

Di vê pirsgirêkê de wext wenda kirin, ji bona hemû beşên Kurdistanê dibe felaketeke mezin e.

Divê Hikûmeta nu bi lez di vê pirsê de biryardar be.

Baş tê zanîn ku PKKê nûha ne, piştî salên 1982an ji bona Başûrê Kurdistanê bû xeter. Her dem jî rê li operasyonên Dewleta Tirk vekir.

Dema ku Kurdistaniyan encama referandûmê biryar dan ku dewletê xwe  ava bikin, bi hêzên xiyanetkar û dewletên kolonyalîst re beşdarî îşgala Kerkukê û deverên din yên Kurdistanê bû.

Lewra piştî êrîşa Hewlerê û bûyera prowakatîf, diyar e ku dê xwe ji çiyan vekişîne, dê dakeve nav bajarên Kurdistanê. Ev rewşa û helwesta PKKê li Kurdistanê rewşê xirabtir dike.

Divê pêşiya vê xirabiye bê girtin.

 Amed, 26. 07. 2019

Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

 

 

 

 

Back to top button