Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir.

Şanda PDKê ji bilî pîrozbahiya li Serokwezîr, hêviya serkeftinê jê re û ji kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re xwast û amaje bi wê yekê da, PDK bi hemû awayan piştevaniyê li hikûmetê dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya şanda Polîtburoya PDKê kir û got: Rast e PDK di hukûmetê de piranî ye, lê pêwîst e hikûmet a hemû welatiyan be û xizmeta hemûyan bê cudahî bike.

Daxwaz ji partiyên Kurdistanê jî kir, hevkar û alîkarên Hikûmetê bin.

Serokwezîr herwiha amaje bi serdana şanda bilind a Herêma Kurdistanê bo Bexdayê kir, ku bûye sedema destpêkirina gereke nû ya guftûgoyên bi armanca çareserkirina pirsgirêkan li gor destûrê, bi awayekî ku maf û erkên hemû aliyan li ber çav bêne girtin.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: