Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Boris Johnson kir

Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi minasebeta hilbijartina  Boris Johnson ya serokatiya Partiya Muhavazakar, peyamek ya pîrozbahiyê ragihand. Johnson dibe serokwezîrê Birîtanya yê. Johnson dema wezîrê derve yê Birîtanya serdana Hewlêr kirîbû.

Nameya Nêçîrvan Barzanî ji bo Boris Johnson:


 

Birêz Boris Johnson!

Bi boneya hilbijartina we ya bi Serokê Partiya Parêzgaran pîrozbahiyeke germ pêşkêşî we dikim. Bêgumanim ku ezmûn û serkirdayetiya we yên birêz ji bo paşaroja Şahnişîna Yekgirtî gelek girîng û sûdbexş dibin.

Herêma Kurdistanê şanaziyê bi peywendiyên xwe yên li gel Şahnişîna Yekgirtî dike û hêvîdarim li bin serkirdayetiya we yên birêz ya wekî Serokê Partiya Parêzgaran û Serok Wezîrê Şahnişîna Yekgirtî, peywendî zêdetir pêş dikevin.

Rola ber bi çav ya Şahnişîna Yekgirtî li piştgîrî û yarmetîdana Iraq û Herêma Kurdistanê ya li şerê dijî terorê gelek girîng dinirxînîn. Li bin serkirdayetiya we yê birêz da, Herêma me hêviya berdewamiyê bi wê piştgîriya Şahnişîna Yekgirtî ya ji bo parastina aramiya wê beşa girînga Rojhilata Navîn dixwazîn.

Li gel rêz da…

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
23.07.2019

Back to top button