Amerika û Tirkiye dest xebata hevbeş dikin

Li gora daxûyaniya Wezereta Berevaniya Tirkiye, piştî komek hevdîtin li gel berpirsên Amerîkayê, ji bo pêkanina herêma ewle li hevhatinek çûbûye û ji bo vê yekê dest bi avakirina herêma ewle dikin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê eşkere kir ku, berpirsên leşkerî yên Tirkiye û Amerîkayê ji bo avakirina herêma ewle ya li bakurê Suriyê kom bûn û dest bi xebatên xwe yên hevbeş kirin. Hevdîtinên wan, dê di rojên pêş de jî, berdewam bin. Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê bo kar û barên Suriyê James Jeffrey, duhî serdana Tirkiyê kiribû û Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu re kom bibû. Biryar dabûn, ku ji bo herêma ewle bi hevre dest kar bikin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: