Cîhan

Amerîka piştevaniya reformên li Kurdistanê dike

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo peywendiyeka telefonî ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Roja 23/7/2019ê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi rêya telefonê peywendî bi Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir. Di wê peywendiya telefonî da dubare pîrozbahî li Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.  Herwiha behsa peywendiya Hewlêr û Washingtonê kir.

Pompeo, amaje bi wê yekê jî kir ku Amerîka le piştevanî li hewlên çaksazî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike. Herweha Pompeo behsa peywendiyên Hewlêr û Bexdayê jî kir û got: “Amerîka hewl dide  herdu alî kêşeyan bi rêya diyaloga çareser bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzabî jî ji aliyl xwe va ji bilî supaskirina Wezîrê Derve yê Amerîkayê, tekez kir ku çareserkirina pirsgirêkan li gel Bexdayê, pêwîste bi awayeke be ku maf û erkên hemû alîyekê li ber çavan bihê girtin.  Herweha behsa giringîya berdewambûna alîkarîyan bo Hêza Pêşmerge hat kirin.

 

Back to top button