Polîtîk

PKK xelkê başûrê Kurdistanê tehdît dike

Duran Kalkan endamê rêveberiya PKKê xelkê Kurdistana Başûr tehdît dike . Kalkan dibêje an emê hemû bi hevre azad bibin yan jî tenê hinek nikarin di azadiyê de bijîn.

Kalkan di gotarek xwe de ku medya PKKê de hatiye ragihandin dibêje:

“ Bila  başûrî nebêjin em rizgarbûne bila parçeyên din ji me dûr bin bo ku em bi rihetî bijîn.  Jiyaneka wiha tuneye. “

Di demekê de komkujî li beşên din li himber   kurdên Bakur,Rojava, Rojhilat da tê bi karanîn, Başûr nikare wiha azad bijî. Ew ne mumkun e, dijî yasaya sirûştê ye em ê bihevra azad bijîn yan jî azadî bo ti kesî nabe. Divê hemû kes wê yekê bizanibin û têbigihe.“

Duran Kalkan bi xwe ne kurde û her demî gelek vekirî li dijê serxwebûna Kurdistanê sekiniye û eger kurd hewldanek ya jiyanek serbixwe bikin, dê Kalkan û siyaseta rêve dibe vekirî li dijê kurda bisekinin.

Dîroka siyasî ya nêzik de ev gelek caran ji aliyê PKKê ve hatiye kirin. Pirsgirêk ne Duran Kalkan û ditinên wî ne. Ji xwe Duran Kalkan û PKKê her demî dîtinên xwe vekirî anine ziman. Lê pirsgirêka mezin netêgihandina hinek siyasetmedaraye.

Ev ne cara yekem e Kalkan Kurda tehdît dike. Duran Kalkan tu cara Kurdistanî nefirkiriye û tu pirsgirêka wî ya destxistina jiyanek serbixwe ya Kurda tuneye. Misyona Kalkan di nava Kurdan de kifşe, Misyona Kalkan têkbirina bîr û baweriyên netewî û Kurdistaniye.

Ji bo vê yekê pêwiste aliyên Kurdistanî, bi vekirî Duran Kalkan û yên wek wî teşhîr bikin.

Back to top button