Cîhan

Boris Johnson dibe serokwezîrê Britanya

Boris Johnson bû serokê nû yê Partiya Muhafazakar. Ev tê wateya ku serokwezîrê nû yê Britanya dibe Boris Johnson .

Wek tê zanîn dema serokwezîra berê û seroka Partiya Muhafazakar Theresa May , dest ji kar berda du kandîdatên bi hêz ji bo serokatiya Partiya Muhazakar hebûn. Yek ji wan Boris Johnson û yê din jî Jeremy Hunt bû.

Lê dawiyê Boris Johnson bû serokê Partiya Muhafazakar û dê her ew bibe serokêwezîrê vê welatî jî.

Boris Johnson dema şerê li dijê DAÎŞê serdana Hewlêr kirî bû , Jihnson heman demê de serdana sengerên Pêşmergeyan jî kirî bû.

Back to top button