Nivîsar

Êrîşek organîze kirî li dijê Kurdistan, PDK û Barzanî…

‏Êrişek organîze û pilankirî li dijî herêma Kurdistan û bi teybet li hember PDK û Barzanî tê meşandin.

Ji şerê DAÎŞ û heya îro li navenda Bexda û li paş perdê jî bi piştevanîya dewletên herêmê( dagîrkerên Kurdistanê) ji bo têkbirina herêma Kurdistanê û nehêlana statûya Kurdistana Federe gav bi gav tê meşandin. Bi teybet van rojên derbaz bûyî li çend navenda ev pilana hanê bi çend rengên eşkere xwe nîşndan. Demek dirêj bû, bi piştevanî û rêbertîya PKK’ê bi hemî rengan xwestin Barzanî bikêşin nava şerek malwêranker ku herêma Kurdistanê ber bi tûnekirinê ve bibin. Lê Barzanî bi sebir û jîrî rê li vî şerî girt, xwe ji vî şerî dûr xist. Lê xûyaye ev hewildanên bi vî rengî hêj berdewamin û êrişên zalimane li dijî Barzanî û sîmbolên Kurdan tên meşandin.

Gelo ma rêkkefte( tesadûfe) :

– Aldar xelîlê kû kes nizane ji kêre kar dike derdikeve di Televiziyona PKK’ê de dibêje 10.000 pêşmergên Roj çetene.

– ji alîyê din Mazlûm Ebdî ku soz dabû alîyên Kurd li hevbîne, li van sozan poşman dibe û dibe perçek ji şerekî erzan yê propaganda PKK’ê û pehîna xwe li hewldanên li hev hatina Kurdan li Rojavayê Kurdistanê dide.

– Li Silêmanîyê hind dostên PKK’ê û Heşda Şehbî daxûyanî dan û dixwazin Silêmanî û Helepçe ji Hewlêr û Dihok veqetînin û herêmek serbixwe ava bikin. Ev armanca ku 15 salin Îran û Şîên Îraqî dixwestin bikin û pêk ne anîn vêcarê bi destê van kesên hanê dixwazin pêk bînin.

– ji hêladin kesekî ku kes nizanî kîye? Çîye? Radibe li ser navê Rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Belavokên sexte û derew belav dikin, têkilîyên Herêma Kurdistanê û Tirkîyê disekinîne, Hind kesên kû xwe rewşenbîrên Kurd jî dibînîn tevlî vê kampanîya bê rûmet kirin û bê îtîbar kirina Rêzdar Nêçîrvan Barzanî di bin û li alîyê din jî aqil di din Kurda,  serê xwe xistine bi qumê lê laşê wan ji derveye wer dizanin Kurd wê bixapîyên xelik wan nabîne ku ew qelem şûrîyê ji PKK’ê û Îranê re dikin.

– Ev hemî di demekê de çêdibin ku li navbera Bexda û Herêma Kurdistanê şerek mezin heye bi her awahî dixwazin herêma Kurfistanê bifetisînin.

Gelo Ji bo çî ev tev di vê demê de gehîştin hev û bi hev re êrişî herêma Kurdistanê û Barzanî dikin, tenê hind kesên kû gelek caran li dijî PKK’ û APO jî xwe didin nîşan bûne perçek ji vî şerî û Aldar Xelîl û Heşdî Şehbî di şopînin? Gelo ev hemî tev van rojana gehane hev tesadûfe?

Weke em dizanin û dibînin, piştî şikesta Tramp û rewşa nû ya li Emerîka tê çaverê kirin havkêşên ( balansên) sîyasî li cîhanê û herêmê bên guhertin.

Îran, Tirkîye û derdorên wan di rewşek zehmet de ne û nizanin ewê çi bê serê wan, egera zêde wê rewşek giran û aloz bê pêşîya wan ji bona Kurdan derfetek nû baştir ji salên berê wê çê be. Ev egera hanê ji niha de ev derdor xistine nav tirs û xofek nezin, bi hemî rengan dixwazin astengan li pêşîya herêma Kurdistanê çêkin, çûnkî herêma Kurdistanê wê doza Kurd gavek din pêşda bibe.

Ger herêma Kurdistanê aram û seqamgîr be ewê bibe bingehek baş ji bona pêşdebirina doza Kurd bi giştî, ji ber vêna jî neyar û dijmin ji niha de ketine liv û tevgerê dixwazin rê li pêşdaçûna doza Kurd bigirin.

Têkbirina herêma Kurdistanê wate têkbirina doza Kurd e, asteng çêkirin li pêşîya Herêma Kurdistan asteng çêkirine li pêşîya doza Kurd e. Serkeftina herêma Kurdistan wate serkeftina doza Kurd e. Divê dost û dijmin li gora vê çeperên xwe dîyar bi kin.

18.01.2021

Analîz/Rojevakurd

Back to top button