Di stratejiya Îranê ya li hember Iraqê de çi guheriye?
Piştî derbasbûna salekê di ser kuştina Qasim Suleymanî re, niha Îranî dikin bigihin wê baweriyê ku êdî nikarin bi mekanîzma berê bi rewşa Iraqê re tevbigerin.
Gelek sedemên vê yekê hene. Lê sedema herî bibandor ew e ku cîgirê Suleymanî ne ew karîzmaya wî heye, ne jî ew nasîn û dostaniya wî bi serkirdên Iraqî re heye.
Helbet ev ji bilî wan dengên nerazî ku piştî nemana Suleymanî di nav dezgehên wek dezgeha sîxuriyê û dezgehên din de jî peyda dibin ku bi baweriya wan nabe êdî bi wê şêwaza Suleymanî tevger bi rewşa Iraqê re were kirin, di demekê de heya Suleymanî sax bû rexneyên bi vî awayî ne hebûn û ne jî mecala guhdariya li wan hebû.
Zêdebarî hokarên ku min qala wan kir, hin hokarên din jî hene ku wisa dikin îranî nikaribin bi stratejî û şiyana berê bi yar û neyarên xwe yên li Iraqê re tev bigerin. Nemaze mijara daketina nirxê petrolê, webaya korona û guvaşên aborî yên Amerîkayê. Tomeriya van motîvên xurt in ku Îran bêgav be stratejiya xwe li Iraqê bi hûrî sererast bike.
Heke hikûmeta Kazimî di tevgera bi komikên biçek ên Şiî de ne serkeftî jî bûbe, lê di rûreşkirina wan de li pêşber kolanê serekftî bû. Herwisa nîşandana wan wek çavkaniya kaos û nearamiyê li Iraqê heya asta ku nakokî bikeve nav wan hêzan bi xwe de. Wek nimûne Sedrî li dijî wê kaosa hêzên Esayib, Hizbulla û wan komikan bûn ku êrîşên eskerî dibirin ser berjewendiyên Amerîka li Iraqê.
Îranî baş dizanin berdewamiya vê rewşê dawiya dawî dibe sedema jidestdana kolana Şiî li Iraqê. Ev amaje di xwepêşandanên cotmeha 2019an de eşkere xuya bûn, nexasim li Besrayê gava xelkê doza qewitandina îraniyan ji Iraqê kir.
Li gor raporeke nû ku pişta xwe bi nêrîna gelek serkirdên Şiî yên nêzîkî Îranê girêdaye, piraniya wan li ser wê yekê kok in ku piştî nemana Silêmanî, Îran dike stratejiya xwe li Iraqê sererast bike. Ev stratejiya nû jî di rêza yekê de ji vekişîna Îranê ji bereya pêşîn û sererimbûna di kontrolkirin û desttêwerdana beloq di hûr û girsên karûbarên Iraqê de, pêk tê.
An ku Îran ji niha bi şûn de bêtir pişta xwe bi mekanîzma polîtîkî û dîplomatîk girê dide ji bo cîbicîkirina siyasetên xwe li Iraqê, ne ku bikaranîna bêhed a çek û komikên çekdar.
Gelek serkirdên nêzîkî Îranê ku di raporê de çavpêketin bi wan re hatiye kirin, wisa dibînin ku cureyek ji nedîsplîniyê di wan peyaman de heye ku ji Îranê digihin grub û mîlîşyayên Şiî, bi awayekî ku hebûna hevrikî û cudabûnê di navbera nobedarên şoreşê û dezgeha sîxuriya Îranê de tê nîşandan.
Dezgeha sîxuriya Îranê meyldar e ku komikên wê yên çekdar û mîlîşyayên wê aramtir bin û êrîşî berjewendiyên Amerîkayê nekin.
Berevajî peyamên Artêşa Qudsê ku piştevaniya bikaranîna şîdeta mîlîşyayan li dijî berjewendiyên Amerîka li Iraqê dikin, wek nîşandana nêtpakiyekê ji bo îdareya Biden ku çend rojên kê mane dest bi kar bike.
Herwisa cihêbûna hêzên Heşda Şeibî ku li jêr fermana Ayetulla Sîstanî çêbûn, herwisa hilbijartinên pêşdem ên Iraqê jî ku bi nêt e meha hezîrana îsal werin encamdan, hokarên sereke ne ku wisa li îraniyan dikin bêgav bin siyaseta xwe li Iraqê di bin çavan re derbas bikin û sererast bikin.
Wisa dixuye stratejiya nû ya Îraniyan li Iraqê li ser sê xalên sereke bixebite:
Yekem: Hilweşandina hin grubên çekdar nemaze grubên biçûk wek Serayên Xorasanî, li hember wê jî destgirtina bi çend grubên sereke daku ew hemû belawelayî di arasteya karkirina grubên çekdar de çênebe.
Duyem jî: Dijayetî nekirina hikûmetê û belkî piştgirîkirina wê jî. Ev jî ne bi rêya hêzên çekdarî, lê bi rêya çêkirina bandora siyasî li ser hikûmetê.
Sêyem, dîtina mekanîzmeke din ji bo piştevaniya hevalbendên Îranê li Iraqê û hîştina wan bi şêweya çend pêkhateyan ku di aliyê yasayî de pirsgirêka wan bi hikûmetê re nebe.
Yanî hebûna hikûmetekê ku rê bide hêzên Heşda Şeibî jî. Wisa Îran dikare xwedana “hêzeke du-serî” be li Iraqê, hem hikûmet û hem jî hêzên Heşda Şeibî.
Lê digel vê yekê jî nabe ji bîra me here ku ev stratejiya nû ya Îranê girêdayî awayê reftara îdareya Joe Biden bi Îranê re ye, an ku heke Amerîka û Îran vegeriyan peymana xwe, eger zêde ye ku Îran piştevaniya hikûmeta Iraqê bike, nemaze bi rêya dîtina mekanîzmeke karkirinê di navbera hêzên Heşda Şeibî û hikûmetê da ku corek ji aramiyê li Iraqê hebe.
Niha hin serkirdên Şîe jî dikin bigihin wê baweriyê ku tişta Îran dike ne di berjewendiya Şîeyên Iraqê de ye, çunkî ev siyaseta niha ya Îranê ji têkbirina dezgehên hikûmetê û lawazkirina dewletê pêk tê. Heke ev siyaseta Îranê ji bo berî 2003an çêbûbe, asayî ye nemaze bi hênceta ku dewlet a Beisê û Suniyan bû, lê vêga ev dewlet a Şîeyan e!
Serkirdê Şepêla Hîkmeyê (Bedî Ebû Gilel) di twitekê de pir bi bedewî rewşa niha nîşan dide û dibêje: “Di raboriyê de hêza dijber a Şîeyan di hêza wê çekê de bû ku li dijî dewleta dîktator a Beisê bi kar dianîn; lê niha hêza Şîeyan di hebûna dewletekê de ye ku bi hêz û dezgehên dewletê piştgerm be, ne ku hêz û dezgehên ku li dijî dewletê ne.”
Divê Herêma Kurdistanê di vê rewşê de çi bike?
Ji bo Herêma Kurdistanê giring e bi berdewamî bi Îranê re di pêwendî û dostaniyê de be. Ji vê giringtir jî ew e ku ev pêwendî û dostanî ne bi rêya nûnertiya partiyan, lê bi rêya dezgehên hikûmeta herêmê be. Lê heke bi rêya partiyan be jî, ji nebûnê çêtir e.
Divê Herêma Kurdistanê bi hûrî ji rewşa proseya konevanî li Bexdayê agadar be û hin caran jî beşek ji lîstikan be. Ev jî bi rêya tîmeke hevaheng dibe, lê ne bi rêya şikandina hev ku vêga di navbera aliyên Kurdî de heye, çunkî aramiya Herêma Kurdistanê ji parastin û hevsengiya berjewendiyên Tirkiye û Îranê li Herêma Kurdistanê pêk tê.
Lê ji bona raçavkirina berjewendiyên Herêma Kurdistanê jî, ev jî di rêza yekê de li ser hevahengî û lihevkirina PDK û YNKê li ser form û cureyê hukmdariyê li Herêma Kurdistanê dimîne. Heta bigihe dubare dabeşkirina desthilatan di navbera partiyên sereke yên desthilatê de, nexasim PDK, YNK û Goran.
Zubêr Resul
Jêder: Rûdaw