Cîhan

Êrişa Rusya peyama li gel Tirkiye aloz kir

Firokeyên cengî yên Rusyayê êrîşek bi hêz birin ser bajarê Idlibê, li gora agahdariya Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di encama êrîşan de 13 kesî jiyana xwe ji dest daye û 60 kes jî birîndar bûne.

Wezereta bergiriya Rusya di derbarê êrîşê de daxûyaniyek da û got:Wan bingehên çekdarên li ser El Qaideyê ve kirine armanc.

Ji aliyek din ve Tirkiye devera sinorê nêzikî Efrinê topbaran kir û di ncama vê topbaranê de hinek sivil û 3 efserên rejima Suriye hatine birîndar kirin.

Ev herdu êrîş bi heve girêdayine û îşareteke ya aloz bûna peymana Tirkiye û Rusya li Suriye ye.

Ji ber ku  piştî rêkeftina di navbera Rûsya û Tirkiyê ya di 17ê Îlonê 2018ê de, ev êrîşa yekem e ya Rusya li ser Idlibê.

Tê zanin ku eve demeke Rejima Suriye û Îran dixwazin kelha herî mezin ya di destê grubên opozisyons Suriye de mayî ji nav bibin. Herdu hêz dixwazin êrîşek berfireh li ser Idlibê bikin. Lê Rusya ji bo peymana wan û Tirkiye têkneçê rê neda van herdu hêzan ku êrîşê Idlibê bikin.

Niha rewş gihaye wê radeyê ku Rusya bi xwe êrîş dike û Tirkiye jî bersiva vê êrîşê dide.

Pirs ewe ku gelo dê ev êrîş çikasî bandore li pêwendiyên Rusya û Tirkiye li Idlibê  û li siyaseta wan ya Suriye bike.

Back to top button