Nivîsar

Tifaqê yan tevlîbûne

Li Diyarbekirê berpirsên HDPê. KCDê û PBPê li gel partî û aliyên hevkarên xwe ji bo ragihandina peyama Newrozê civînek li darxistin.

Di civînê de hevserokê KCDê Berdan Ozturk, hevserokê HDPê Sezaî Temellî, hevserokê DBPê Mehmet Arslan, , nûnerên Partiya Kominîst a Kurdistanê, Hareketa Azadî, Komeleya Şoreşgerên Demokrat ên Kurd (DDKD), Partiya Însan û Azadî,(PIA) Platforma Demokratên Kurd-Bakur (PDK-Bakur) û Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiye (PDK-T) jî amade bûn.

Di civînê de hevserokê KCD Berdan Ozturk deklerasyona Newrozê xwend.

Deklerasyona Newrozê:

Bi hatina biharê re, tenê zor û zehmetiya zivistanê naqede. Bi hatina biharê re tengahî û astengiyên civakî jî hêdî hêdî ji holê radibin. Bihar, coş û ahenga vejînê ya xweza û mirovan e. Xwezayê, karakterê xwe yê vejînê daye civak û mirovan. Loma bi hezaran sal e, hatina biharê bi coşeke mezin ji aliyê gelan ve hatiye pîrozkirin. Ew qaşilê ku civak fetisandine, bi hatina biharê re hêdî hêdî radibe. Ev têkiliya xweza û civakê, bi hezaran sal e wekî normeke xwezaya şaristaniyê xwe dubare kiriye û heta îro jî hatiye. Bi hatina biharê re dilopên vejînê di ser civakan de dibarin. Ew dilopa vejînê ya biharê, Newroz e. Newroz; ew roja nû ye ku avêtina wê qaşilê li ser civakan ferz dike. Wateya Newrozê ji bo xwezaya civaka me, azadî ye. Avêtina wê qaşilê ye.

Bihar Newrozê, Newroz berxwedanê, berxwedan jî azadiyê tîne. Çawa ku em dizanin piştî zivistanê bihar tê, em dizanin ku piştî tengahiyê jî firehî tê. Ev têkilî, rastiya xwe ji xwezayê digire. Newroz ji destpêka şaristaniyê heta niha, li dijî zilmê berxwedan û serfiraziyê tîne bîra mirov û civakan. Li aliyekî zilm û zordarî, li aliyê din berxwedan û serfirazî. Li aliyekî Dehaqê zalim, li aliyê din Kawayê Hesinkar (Kewayê Asinger) ê berxwedêr. Newroz, li dijî zilma Dehaq, mizgîniya serkeftina Kawayê Hesinkar dide. Daxwaza azadiyê ya Kawayê Hesinkar, bi salan e hêviya civakan geş kiriye û îro jî wê hêviyê geş dike. Îro li Rojhilata Navîn, agirê Newrozê di dilê gelê kurd de pêketiye û hêviya azadiyê geş kiriye.

Newroz bi hezaran sal e, hem ji aliyê gelê kurd ve hem jî aliyê gelên bindest ve wekî sembola berxwedanê tê pîrozkirin. Di serî de gelê kurd û gelên bindest yên li Rojhilata Navîn, bi hezaran sal e, Newrozê wekî sembola serkeftina berxwedanê pîroz dikin. Em ê jî wek partî, Newroza 21ê Adara 2019an bi wê armancê, bi wê daxwaza berxwedanê û bi dirûşma “EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN, TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN” pîroz bikin. Newroz li dijî faşîzmê bihara gelan e, îsal jî li welatê me û li Rojhilata Navîn, di nav şert û mercên dîrokî de dê bi wê dirûşmê bê pîrozkirin.

Newroz li gorî taybetmendiya wê ya dîrokî û girîngiya wê, ji bo gelê kurd berdewamkirina mîrasa wê berxwedanê ye. Ew berxwedan îro ji bo gelê kurd wek meseleyeke man û nemanê ye. Ew berxwedan li dijî zilmê wek berxwedana mazlûman di hişûbîrê civakan de bi cih girtiye. Ev roj roja vejînê ye, roja hişmendiya hebûnê ye. Newroz îro jî ji bo hebûnê, berxwedanê tîne bîra me û vê rastiyê nîşanî me dide. Îro jî karakterê esas ê Newrozê berxwedan û azadî ye. Loma jî ji Dehaqan heta îro, zalim û zordar tim ji vê berxwedan û azadiyê ditirsin. Newroza sembola vejîna heqîqeta gelan e.

Ruhê Newrozê yê azadîxwaz û berxwedêr, agirê Newrozê yê guherîn û veguherînê, tenê di dilê gelê kurd de geş nabe. Piştî berxwedana bêhempa ya 40 salên dawî, ew agirê Newrozê yê ku pêketiye, îro di dilê gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê de jî hêviya azadiyê gur û geş dike. Newroz îro bûye hêviya rizgariya hemû gelên bindest. Gelên bindest îro ji wî ruhê berxwedêr, ji wî karakterê rizgarker ê û ji wê mîrasa berxwedanê ya Newrozê hêz digirin û li dijî zalim û zordaran têkoşîna man û nemanê didin. Newroz îro çavkaniya têkoşîna gelan e. Loma ew berxwedana dîrokî îro jî bûye xewnekabûsa Dehaq û desthilatdarên xwînmij yên roja me. Bi kurtasî Newroz ala azadiyê û cejna serkeftinê ya gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn û hemû gelên bindest e.

Bloka AKP-MHPê bi polîtîkayên nijadperest û înkarê, şerê heyî kûr dike û li dijî gelê kurd, hestên nijadperest yên civaka Tirkiyeyê bi kar tîne. AKP-MHP, dixwaze gelan bîne pêşberî hevdu û hebûna xwe li ser vê çerxa nijadperest ava dike. Ev blok hemû çavkaniyên Tirkiyeyê ji bo kûrkirina şer, ji bo domandina înkarê bi kar tîne. Lê pergala faşîzma AKP-MHPê ya şer, pevçûn û talanê êdî nêzikî rojên xwe yên dawî bûye. Loma jî her ku diçe zêdetir êrîş dike, zilm û zora xwe tîne asteke hovane. Em baş dizanin xezeba wan ji tirsa nava wan tê.

Tifaqa AKP-MHPê tifaqeke yekparêz e, dixwaze ku baxçeyê rengîn ê gelan bifetisîne, hemû dewlemendiyên me tune bike, hemû cudahiyên me ji holê rake. Ji bo vê jî hemû çavkaniyên aborî, hemû hêza leşkerî, hemû derfetên civakî, çepemenî û burokratîk seferber kirine. Lê çiqas hêza wan hebe jî, heta niha hêza gel têk nebirine, baweriya gel neşikandine. Bi Taybetî ew berxwedana ku bi pêşengiya Hevseroka KDCê û parlementera me ya Colemergê Leyla Guven dest pê kiriye û ji aliyê hezaran girtiyên azadiyê û aktîvîstan ve tê domandin, li dijî faşîzmê nîşana berxwedaneke topyekûn e. Berxwedana greva birçîbûnê, li her qadê, li her derî, rûyê reş ê faşîzmê eşkere û îfşa kiriye. Ev berxwedan her roj bi dilsozî û bawerî mezin dibe. Daxwaza hemû berxwedêran yek e: ew jî şikandina tecrîdê ye. Divê dewlet guh bide vê daxwazê, yasayên xwe binpê neke û bi cih bîne.

Ruhê 8ê Adarê dê 21ê Adarê, roja Newrozê û qadên Newrozê jî germ bike. Bi milyonan kes, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan ku ji Nîsana 2015an vir ve bi awayekî derhiqûqî tê meşandin, dê daxwaza azadiyê biqîrin. Dewlet jî baş dizane, şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan, têkçûna faşîzmê, serkeftina demokrasî azadiyê ye. Loma vê tecrîdê didomînin.

Divê neye jibîrkirin, tecrîd îro li ser tevahiya civakê hatiye belavkirin. Hemû civak di bin tecrîdê de hatiye fetisandin. Tecrîd, qeyrana aborî ye, kûrbûna şer e, têkçûna cotkariyê, talana xwezayê ye. Tecrîd, bêkarî, xizanî ye. Dixwazin ku vê qeyranê, bi êrîşkirina gelê kurd, bi belavkirina tecrîdê veşêrin. Çimkî li dijî zilma wan agirê berxwedanê yê Newrozê belavî her derê bûye. Ji Baxoza Dêrazorê heta Kobanê û Cizîr û Stenbolê, zilm têk diçe, berxwedan bi ser dikeve.

Tifaqa AKP-MHPê, tecrîd li ser tevahiya civaka Tirkiyeyê belav kiriye, lê ew bi xwe jî ji derve, ji aliyê hêzên cîhanî ve tên tecrîdkirin. Ev bloka faşîst, hem li dijî çanda kurdan, hem li dijî zimanê kurdî hem jî li dijî hebûna kurdan e. Êrîşî nûnerên kurd dike, bi destê qeyiman êrîşî îradeya kurdan dike şaredariyan desteser dike. Êrîşî saziyên jinan û destkeftiyan jinan dike. Sazî, enstîtu, rojname, kovar, dibisitan û pêşdibistanê kurdî digire, navên şexsiyetên navdar ji kolan û park û tabeleyan dadixîne. Em ê bi ruhê berxwedêr ê Newrozê, 31ê Adarê şaredariyan xwe rizgar bikin û bersiva xwe bi wî awayî bidin bloka AKP-MHPê.

Di rêya azadiyê de em bi agirê Newrozê ronî dibin. Azadî bûye nasnameya me û em bi vê hişmendiyê li benda hilbijartina 31ê Adarê ne. Newroza 2019an dê heta 31ê Adarê dê berdewam bike. Em ê mal bi mal, kuçe bi kuçe, tax bi tax, gund bi gund, bajar bi bajar bigerin, bixebitin û xebatên xwe yên hilbijartinê bi ruhê Newrozê bidomînin. Em ê li xwe, li îradeya xwe, li bajarên xwe xwedî derkevin.

21ê Adarê, li dehan bajaran, li sedan navçeyan, û bi hezaran gundan, em ê Newrozê bi hev re pîroz bikin. Em ê Newrozê bikin roja biryardarî, bawerî û dilsoziyê û silavekê bidin biharê.

Em bi dil û bi biryar in. Ev jiyan dê bi têkbirina faşîzmê watedar bibe. Bi vê hişmendiyê, bi ruhê vejînê, em hemû dilxwazên azadiyê, hemû gelên bindest, dawetî cejna Newrozê dikin. Werin em bi hev re silavekê bidin biharê û tîrêjên azadiyê. Werin di rêya aştî û azadiyê de, em bi agirê Newrozê ronî û germ bibin. Ji niha ve Newroz Pîroz Be…”

Niha zimanê HDP/KCD/BDPê kifşe her demî heman zimanê siyasetê bi kar tînin. Heweha dîtên wan jî eşkerene. Gelo ew partiyên din ku hevbeşî di vê deklarasyonê de kirîn, li gel naveroka wê ne yan na.

Taybetî li vê derê em dixwazin behsa du aliayn bikin. Platforma Demokratên Kurd-Bakur (PDK-Bakur) û Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiye (PDK-T).

Niha van herdu partiyan eger tenê hevkariyek li gel HDPê ji bo hilbijartina pêkanîbin, divê vê yekê ji raya giştî re eşkere bikin. Na eger hevkariyek siyasî û stratejik li gel HDP/KCD/BDPê pêkanîbin pêwiste vê yekê jî eşkere bikin. Ji ber ku naveroka vê daxûyaniê li dijê hemû nirxên ku ev herdu aliyên siyasî li ser hatin damezirandine.

Na eger di vê derbarê de tu daxûyaniyekî nedin û pişgirê vê daxûyaniyê bin ku di civînê de amade bûne. Pişniyarek din heye ku, ev aliyên li gel HDP/KCD/BDPê Tifaqa Hilbijartina çêkirîn bila partiyên xwe fesih bikin û tevlî HDPê bibin.

Eger di platformekî de îmza te hebe û bi tu awayî gotinek, rêzek ji siyaseta te tunebê tu wateya ku navê Tifaqê tuneye. Behtir ev yek wek tevlibûnekî tê şirove kirin.

Nûçe/Analîz

 

 

 

Back to top button