Polîtîk

Serokê herêma Kurdistanê tê hilbijartin

Berdevkê PDKê Mehmud Mihammed daxûyaniyek fermi ragihand.

Berdevkê PDKê di daxûyaniya xwe de dide xûyakirin ku,Tişta  niha li pêşiya me, nûkirina yasaya serokatiya hrêma Kurdistanê ye. Herweha vê yekê ve girêdayî destnîşankirina serokê Herêmêye û da ku ew jî jib o avakirina kabineya 9ê ya hukumeta Kurdistanê navekî destnîşan bike.

Mehmud Mihemmed daxûyaniya xwe de dibêje: ’Me û YNKê civîn kir û bi awayek vekirî axivîn. Pêwîstiya wan jî bi vê bû, ku biçin û civînê bikin û di nav xwe de li ser wan pêşniyar û nêrînên me û nêrînên wan ên hebûn, herwaha ew rêkeftina me ya li gel Tevgera Gorran me pêkanîbû, helsengandinê li ser bikin, piştre me agahdar bikin, ku di demekî herî zû de em bi hevre bikarin civîneke din bikin. vîneke din bikin.’’

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed 

Mehmûd Mihemed got, em hewl didin civîneke din bikin, ku bikarin kabîneya nû di demekî herî zû de ava bikin.

Berdevkê PDKê dibêje: ’Serokatiya herêma Kurdistanê dê bê çalak kirin, herwaha serokê herêmê dê bê helbijartin. Piştre ew cudayiya nêrîn û ramanên PDKê û aliyên din li ser yasaya serokatiyê ya heye, pêkve hemû alî emê bixin dema nivîsandina destûra herêma Kurdistanê. Li wê derê desthilat û çawaniya helbijartina serokê herêmê dikare bê gengeşe kirin û bê diyar kirin. Ango serok dê çawa bê helbijartin û desthilatên wî çi bin.

Back to top button