Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê kir

0
64

Rja 13.3.2019 Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiye Sedat Onal û şand a pê re kir.

Di wê hevdîtinê  de, bûyerên navçeyê û pêwendiyên dûalî, hewl û pêngavên Kabîneya Nû ya Hikûmeta herêma Kurdistanê û pirsên hevbeş hatin gotûbêjkirin.

Mesrûr Barzanî daxwaza herêma Kurdistanê di pêşxistina pêwendiyên di navbeyna Tirkiye û herêma Kurdistanê de, di hemû waran de tekez kir, bi şêweyekî, ku di berjewendiya her dû aliyan de be û xizmeta aştî û aramiyê bike.

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê hêviya serkeftinê ji bo Mesrûr Barzanî di serokatiya Kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de xwest û daxwaza welatê xwe di pêşxistina pêwendiyên abûrî û bazirganî ligel herêma Kurdistanê wek cîranekî û dergehî ji navçeyên din yên Iraqê re, anî ziman.

Herweha pêşhateyên navçeyê, rewşa asayişa navçeyên sînorî û rola kompanyayên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê mijareke din a civînê bûn

Nerîna min :