Êrîşa li Hewlêr dijî Kürdistan’a azad û serbixwe ye!
Berê çend rojan tevgera terorîst IŞİD bi erabeyek tijî bombe êrîş da ser wîlayeta Hewlêr. Polîsên ku ji ewlekarî berpirsîyar in ew zû ferq kirin lê dîsa jî wan ereba ber derî dan teqandin û 2 polîs û 3 mîrovên sîvîl hatin şehîd kirin. Ji 20 an zêdetir kes birindar bûn û ewqas jî erabe xerab bûn.
Kurdistan bû ye bihuşta aşitî û demokrasî. Ew petrol serbixwe li dervayê welêt difroşe. Parlamena Kurdistanê biryara referandûma bo pêşeroja Kurdistanê stand. Ew gav bi gav nêzî serxwebûnê dibin. Kurdistana azad bûya mînakek musbet ji bo parçeyên din. Ji ber van hêzên dij-demokratîk di tirs û xofê de ne, ew jê eciz in.
Peşmergeyê qehreman Musul, Kerkük, Rabia, Zumar û qeza û gundên ji dest IŞİD xilas kir û ewê di demek nêzik de jî Şengal xilas bike. Alikarîya maddi û leşkerî bo Kobani gellek girîng e. Derbasbûna Peşmerge li Kürdistana Bakûr bo sedema coşek mezin. Hewldana Serokê Kurdistana Başûr Barzani di pirsa yekitîya hêzên Kürdistana Rojava hêvî da Kurdan. Ew her tişt li dinyayê bu sedema pêşveçûna Kurdan bû.
Lê hêzên dij-demokratîk vê nexwazin. Bi van êrîşên hov dijî sîvîlan ew dixwazin tirsê li Kurdan peyda bikin. Lê ew êdî ne mimkun e. Gelê me êdî musade nake ku azadî ji dest wan here û dîsa bindest bijîn.
Bila serê malbatên şehîdan, Serokê Kurdistana Başûr Mesud Barzanî û walîyê Hewlêr Nawzad Hadî sax be. Hêvî dikin ku tenduristîya birindarên me di demek zû de baş be.
Em piştgirîyên xwe yên kurdistanî ji Pêşmergeyên qehreman re eşkere dikin. Ne IŞİD ne jî yên din dikarin êdî dijî pêşveçûna Kurdan bisekinin. Em wek KOMKAR bi hemû quweta xwe bi we re ne.
KOMKAR e.V.
Desteya Serokatiyê
Berlin, 21.11.14