Erîşa HDPê li dijê Rûdawê şermezar dikin
Li Enkere kongreya HDPê pêkhat. Tima kanala televizyona Rûdavê jî, ji bo kongreyê bişopîne li cihê kongreyê bû.
Di kongreyê de kesên ku berpirsiyarên organizasyona kongreyê bûn êrîşê tima Rûdawê kirin, li wan dan û heqaret li wan kirin. Ew bi sixuriya MIT a Tirkî itham kirin.
Ev ne cara yekem e ku aligirên PKKê êrîşê peyamnêrên Rûdavê dikin. Ji berî nihajî di kongreyek ya BDPê de êrîşê peyamnêrên Rûdawê kirin , lê ne tenê li Bakur li Rojavayê Kurdistanê û herweha li Başûr xwe jî peyamnêrên Rûdawê ji aliyê PKKê ve hatine darp kirin û birîndar bûne.
PKK û derdora xwe Rûdawê di çalakiyên xwe de naxwaze û wan bi xirab dinirxînin. Ev helwesta li dijê beşek ji Medya kurdî tiştek xirabe û dive ji aliyê herkesekî ve bête şermezar kirin. Lê ji berî her tiştekî gerek sedemê vê yekê jî taybetî ji aliyê berpirs û karmendên Rûdavê ve bête nirxandin.
Em her erîşa ku li dijê medya kurdî ya li dijê Rûdawê jî şermezar dikin.
Rojevakurd