Ergoşî: Nêçîrvan Barzanî û xêzana wî Facebook nîne

Sekreterê rojnamevaniyê serokwezîrê Kurdistanê di daxuyaniyekê de dibêje ku, serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hevjîna wî Nebîla xanimê tu malperên Facebookê nîn in.

Samî Ergoşî sekreterê rojnamevaniyê serokwezîrê Kurdistanê dibêje ku, ev demeke li ser tora civakiya Facebookê çend malper li ser navê Nêçîrvan Barzanî,  hevjîna wî Nebîla xanim û kurê wî Îdrîs hatîne vekirin. Wan malperan tu peywendî bi Nêçîrvan Barzanî û malbata wî ve nîne û ew malper wan eleqedar nakin.

Ev li jêr teksta daxuyaniyê:

Daxuyaniyek ji sekreterê rojnamevaniyê serokwezîr

Ev demeke li ser tora civakiya Facebookê çend malper li ser navê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, hevjîna wî Nebîla xanim û kurê wî Îdrîs hatine vekirin. Em li vir radigehîn in û hemûyan agadar dikin ku, serokwezîr û endamên xêzana wî tu malper li ser Facebookê nîn in û ew malper serokwezîr û endamên xêzana wî eleqedar nakin û ne ji dûr û ne jî ji nêzîk ew haydarî wan malpera nîn in.

Samî Ergoşî

Sekreterê rojnamevaniyê serokwezîr

03.12.2013

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: