Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê paşde navegere
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferensa neft û gazê a herêma Kurdistanê de ku, duhî bi amadebûna nêzîkî 500 kompaniyên navdar yên warê enerjiyê, wezîrê enerjiya Tirkiyeyê, cîgirê serokwezîrê Îraqê û wezîrê samanên xwezayê yê herêma Kurdistanê amde bûn, peyvek pêşkeş kir û got ku, herêma Kurdistanê biryara xwe daye ku, paşve venagere.
Ev li jêr çend pergrafên jêgirtî ji gotara serowkezîrê Kurdistanê ku, duhî li konferensa neft û gazê a herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê pêşkeş kir:
Îro zîdetir ji 10 salan bi ser nemana rijêma diktatoriya Sedam Hisên re derbas dibin. Jinavçûna wê rijêmê azadî bo gelên Îraqê anî. Hevwelatiyên Kurdistanê jî bi jinavçûna wê rijêmê gelek kêfxweş bûn. Lê belê bîrhatinên tal û nexweş heta roja îro jî di hizir û bîra hemûyan de mane.
Îsal yada 25 saliya kîmiyabara Helbeceya şehîd hat kirin û beriya heftiyekê jî komgorek din ku, hijmareke enfalkiriyên kurd bi saxî tê de hatine binax kirin, li başûrê Îraqê hat dîtin. Êrîşên enfalan yên bo ser gelê kurd hatibûn kirin ji aliyê çend parlamentoyên cîhanê ve bi fermî bi jinosîda hatiye nas kirin.
Ez çima behsa van bîreweriyên tal û nexweş dikim? Daku bête zanîn ew dema desthilat di destê me de nebû, dijminên gelê me çi bi serê xelkê me anîye.
Sala 2005ê dema digel hevbeşên xwe li Îraqê me dest bi nivîsîna destûra nû a Îraqê kir, êş û azarên enfalkirin û kîmiyabarankirinê her di xeyala me de bû, her li ser vî esasî me biryar da ber bi paşerojeke baştir pêngavan pavêj in. Em careke din îsrarê li ser binyatdanan Îraqeke nû dikin ku, kurd û hemû neteweyên din yên Îraqê hest bi aramî û îstîqrarê bikin, ev jî wê yekê îspat dike ku, em tekîdê li ser binyatdanan welatekî nû dikin ku, berê sîstemeke merkezî ew welat birêve dibir.
Di dîroka nû a Îraqê de dahatiniyê neftê ji bo çewsandina gelên Îraqê, êrîşbirina ser welatên cîran û qirkirina xebatkeran li navxwe û derve dihat bikar anîn. Hikûmeta herêma Kurdistanê biryara guhertina wê dîrokê terajedî daye daku, ew dîrok qed û qed dubare nebe.
Nuha herêma Kurdistanê li ser nexşeya cîhanî a enerjiyê statuyek giring heye. Hebûna 45 milyar bermîl neft û 3-6 tirlyon metir sêca gaza xwezayî bo herêma Kurdistanê giringe. Ji ber vê yekê jî herêma Kurdistanê bûye senterek bazirganî ku bi sedan kompaniyênn navdar yên biyanî bi awayekî aram li welatê me kar dikin. Divê ew yek jî jibîra me neçe ku, li gor statsîstkan ji bona vejendina infrastruktura aboriya welatê me, pêwîstiya me bi 30 milyar dolaran heye.
Gotûbêjên me digel welatê Tirkiyeyê li ser sektora enerjiyê bi awayekî cidî bûn, gelek hûrgilî di wan danûstandinan de hebûn, gotûbêjên me gelek avaker bûn. Me hertim gotiye û hertim em dinêjin ku, em weke hevwelatiyên Îraqê li gor wan desthilatên destûra bingehîn a îraqê ji me re dane em tevdigerin.
Me bawerî hebû ku, ev danûstandin dê encamekî berhemdar hebe û dê bibe sedema dirustbûna rewşeke serkeftî bo her du gelên tirk û îraqî ne bi tenê di warê hinartina neft û gazê û bidestxistina dahatinyê de lê belê di warê avakirina esasekî saxlem bo pêşxistina aborî, siyasî û aramiyê û pêkvejiyana civakî li Îraqê û tevaye herêmê. Li ser vî esasî hikûmeta herêma Kurdistanê digel Tirkiyeyê gihşte rêkeftinê. Danûstandinên me digel Tirkiyeyê vedgerin bo gulana 2012 û adara 2013ê. Timamkirina hevahengiya di warê enerjiyê de digel Tirkiyeyê ji bo Îraq û herêma Kurdistanê serkeftineke mezin e.