Hunermendê Kurdistana Mezin Şivan Perwer li hevpeyvîneke taybet ya li gel Gulistan Perwer de behsa serdana xwe ya bajarê Amedê kir û da zanîn ku xeyala wî ya di derbarê Kurdistana mezin de hê jî berdewame.
Perwer da zanîn ku demeke dirêj li gel Serok Wezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrên Tirkiyê axaftine û wî daxwaz ji Erdogan kiriye ku mafê Kurdan jî wekî yê Tirkan lê bibe û wekheviyê de bijîn. Her wiha ji bo vê wekheviyê pêwîste zimanê Kurdî li Tirkiyê bibe zimanê fermî..